01:52 25 Hezîran 2018
Ala Amerîka

Amerîka: Minbic berî DAIŞê ya kê bû, piştî wê jî dê ya wan be

© Foto : AA
Cîhan
Lînkê kurt
Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (49)
0 21

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Jeff Davis, di civîna rojnamevanî ya rojane de ragihand ku piraniya hêzên HSD/YPGê vekişiyane rojavayê çemê Firatê lê beşek ji wan ji bo paqijkirina teqemeniyan û ewlehîya Minbicê mane.

Navenda Nûçeyan — Jeff Davis di civîna rojnamevanî ya rojane de ragihand ku piraniya hêzên HSD/YPGê vekişiyane rojavayê çemê Firatê lê beşek ji wan ji bo paqijkirina teqemeniyan û ewlehîya Minbicê mane.

Herwiha Jeff Davisî got, ‘armanc ew e ku Minbic dîsa bikeve kontrola hêza ku berî DAIŞê li wir bû û ew jî ereb in.'

Berdevkê Pentagonê bal kişand ser wê yekê ku YPG ji bo operasyona rizgarkirina Reqayê li dorûbera çemê Firatê bi keys bûye û ew jî li gel vê amadekariyê ne.

Herwiha Davisî got ku DAIŞ êdî tenê 25 km ji sînorên navbera Tirkiye û Sûriyeyê yên li rojhilayê Ra'iyê kontrol dike û wiha dewam kir: "Ew nuqteya sînorî ya dawî ye ku DAIŞ tê de pêwendiyê bi cîhanê re datîne û em ê wê bigirin. Em gelekî nêzîkî wê ne."

Mijar:
Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (49)

Bi heman mijarî:

Parlamenterê PEyê: Divê YPG li rojavayê Firatê bimîne
YPG: Em ê tola hevalên xwe hilînin
YPG: Artêşa tirk hevalên me yên ji bo alîkariya birîndarên sivîl çûn girt
YPG: Em li rojavayê Firatê şer nakin
YPG, çek û şervanan dişîne bajarê Minbicê
YPG û Artêşa Sûriyeyê girtî pev guhertin
Etîketan:
HSD, YPG, DAIŞ, Jeff Davis, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de