21:33 19 Tebax 2017
Zindî
    Operasyona Cerablusê

    Qesra Spî: pevneçûna Tirkiye û kurdan ya duh nîşaneke baş e

    © AFP 2017/ Bulent Kiliç
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 106 0 0

    Qesra Spî ragihand ku derneketina ti şerî duh bi şevê di navbera Tirkiyeya hevalbenda Amerîkayê û hêzên kurd ên li bakurê Sûriyeyê de, nîşaneke baş e ku gelek artêşên herêmê li ser şerê li dijî DAIŞê hûr bûne.

    Navenda Nûçeyan — Berdevkê Qesra Spî Josh Earnestî ragihand ku şeva duh ya ku bi "aramî" di navbera Artêşa Tirkiyeyê û hêzên din ên şerê DAIŞê dikin de derbas bû, cihê kêfxweşî ye û wiha dewam kir: "Divê tiştê herî giring ji bo me şerê DAIŞê be".

    Herwiha Berdevka Fermandariya Navenda Amerîkayê Jhon Thomas ragihandibû ku Artêşa Tirkiyeyê û hêzên kurd li ser agirbestê li hev kiribû lê rayedarên tirk bi Reutersê re axivî bûn û ev nûçe piştrast nekiribû.

    Ji aliyekî din ve, Meclisa Leşkerî ya Cerablusê ragihandibû ku agirbest hatiye ragihandin lê nayê wateya pejirandina hebûna Artêşa Tirkiyeyê li wê derê.

    Bi heman mijarî:

    Muxalîfê Sûriyayê ku beşdarî operasyona Cerablusê bû: Hemû kes li pey berjewendiyê xwe ne
    ‘Operasyona Cerablusê ya Tirkiyê pozisyona Rûsyayê lawaz nake'
    Piştî operasyonê DAIŞî bi cilên sivîl xwe li gundê Cerablusê vedişêrin
    Artêşa tirk îdia dike ku li Cerablusê 25 şervanên YPGê hatin kuştin
    Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê: Balafirên tirk bombebaran dikin, sivîl hatin kuştin
    Li çoltera Cerablusê operasyon dewam dike: "30 gund ji destê DAIŞê hat derxistin
    Etîketan:
    pevneçûn, şernekirin, şer, agirbest, Artêşa Tirkiyeyê, Meclisa Leşkerî ya Cerablusê, Qesra Spî, Jhon Thomas, Josh Earnest, Rojava, Amerîka, Tirkiye, Cerablus
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de