18:37 20 Tebax 2017
Zindî
    penaber - Behra Spî - xeniqîn - koçber

    Dadgerê Tirk bi penaberên Sûriyeyî re reviya Yûnanîstanê

    © REUTERS/ YANNİS BEHRAKİS
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3010

    Hat diyar kirin ku dadgerekî Tirk bi riyên ne yasayî derbasî Girava Sakizê ya Yûnanîstanê bûye û daxwaza îltîcayê kiriye.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên ji Ewlehiya Perav a Girava Sakizê hatin bidest xistin, dadgerê 50 salî sere sibehê saet di 06.00a de bi 6 penaberên Sûriyeyî re li boteke deryayî siwar bûye û bi botê derbasî perava Aya Elenî bûye.

    Hat dest nîşan kirin ku tîmên Ewlehiya Peravê ew dadger anîne navendê û dadger li wir daxwaza îltîcaya siyasî kiriye. Rayedaran diyar kirin ku ew dadgerê Tirk sewqê dozgeriyê hatiye kirin. Li gorî çapemeniya Yûnan jî dadger ji ber daxwaza îltîcayê sewqê Atîna ya paytexta Yûnanîstanê hatiye kirin.

    Bi heman mijarî:

    Yûnanîstan: Divê Tirkiye ji bo 'komkujiya Pontûsê' lêborînê bixwaze
    Yûnanîstanê 8 penaberên Sûriyeyî radestî Tirkiyeyê kirin
    Tirkiyeyê ji bo leşkerên ku reviyabûn Yûnanîstanê dosyeya îadeyê şande Atînayê
    Tirkiye: "Dibe ataşeyên leşkerî yen Yûnanîstanê reviyabin Îtalyayê"
    Li Parlementoya Yûnanîstanê gengeşiaya ‘mizgeftê'
    Etîketan:
    derbasbûn, penaberên Suriyeyî, siwar, bota deryayî, Ewlehiya Perav a Girava Sakizê, Girava Sakizê, Atîna, Tirkiye, Yûnanistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de