10:27 19 Tebax 2017
Zindî
    François Hollande

    Fransa bertek nîşanî operasyonên Tirkiyê yên li hemberî YPGê da

    © Foto: Sputnik/ Sergey Guneev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 16200

    Serokomarê Fransayê Françocis Hollande operasyona Mertalê Feratê weke ‘hevnegirtî' nirxand ku bi piştgiriya artêşa tirk ji hêla Artêşa Sûriyê ya Azad ve tê lidar xistin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya New York Timesê Serokomarê Fransayê François Hollande diyar kir ku "Mudaxeleyên leşkerî yên hevnegirtî û yên gelek aliyan rîska bêhtir gûrkirina şer heye ku Sûriye wêran kiriye."

    Hollande got ku behsa metirsiyên derbarê têkoşîna li dijî DAIŞê û yên di parastina sînorên xwe de metirsiyên Tirkiyê fam dike lê balkişand ser êrîşên artêşa tirk ên li ser YPGê û ev êrîş rexne kir.

    Serokomarê Fransayê herwiha bangewazî kir ku bi derbarê Sûriyê de bi Rûsyayê re hevkariyê bikin û destnîşan kir ku ew ê di meha cotmehê de Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin vexwîne Fransayê.

    Bi heman mijarî:

    Kalin: Armanca Tirkiyeyê ew e ku hemû sînor ji YPGê paqij bike
    DAIŞ, ASA û Nusra êrîşî HSDê dikin
    Ber bi sînorê Rojava sewqiyata leşkerî tê kirin
    PADÊ: Dewleta tirk li hember kurdan di nava lîstokên qirêj de ye
    Cenazeyên 3 şervanên YPGê yên Amerîkayî gihîştin Herêma Kurdistanê
    ‘Operasyona Cerablusê ya Tirkiyê pozisyona Rûsyayê lawaz nake'
    Etîketan:
    DAIŞ, Rojnameya New York Times, YPG, Vladimir Putin, François Hollande, Rûsya, Fransa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de