22:32 23 Tebax 2017
Zindî
    DAIŞ

    Kesên di motorâ lêgerînê de li DAIŞê geriyan rastî ‘Erebistana Suidiyê' hatin

    © AP Photo/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Kesên ku di motora lêgerînê ya Microsoftê Bingê, DAIŞ ji bo îngilîzî weke Erebistana Siûdî wergerand. Ev rewş li Siûdiyê bû sedema bertekan.

    Navenda Nûçeyan — Kesên sepana wergera Bingê bikar anîn dema ku bi erebî DAIŞ nivîsandin dîtin ku bi îngilîzî Erebistaa Siûdiyê derdikeve. Ji ber vê rewşê gelek kesan bertek nîşan da û diyar kirin ku wê Bing û Microsoftê boykot bikin. Kesekî li ser Twitterê got ku "Gelê Siûdiyê bi yek wicûdî Bingê boykot dike."

    MICROSOFT: XETAYEKE TEKNÎKÎ YE

    Berdevkê Microsoftê ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku piştî ekîba teknîk hay ji pirsgirêkê çêbû xetaya wergera otomatik sererast kirine û ew derbarê mijarê de lêkolînê dikin.

    Erebistana Siûdiyê demeke dirêje bi wî tiştî tê sûcdarkirin ku bi dizî piştgiriya DAIŞê û gelek rêxistinên Islamîst ên radîkal dike. Demeke beriya niha li DYAyê hatibû îdakirin ku tiliya Erebistana Siûdiyê di bûyerên 11ê Îlona 2001ê de heye ku El Qaîdê kiribû.

    Bi heman mijarî:

    CIA: Di êrişên li Erebistana Siûdî de şopên DAIŞê hene
    Erebistana Siûdî bû hedefa nû ya terorîstan
    Giravên misirî dê nebin yên Erebistana Siûdî
    Îran: Erebistana Siûdî û Herêma Kurdistanê piştgiriya PDKÎyê dikin
    Êrîşkarê Orlandoyê, berê serdana Erebistana Siûdî kiribû
    Etîketan:
    motora lêgerînê, werger, El Qaide, DYA, Twitter, DAIŞ, Microsoft, Bing, Erebistana Siûdiyê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de