21:32 19 Tebax 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    'Endamtiya Tirkiyeyê ya ji bo YEyê mijareke piştî serdema Erdogan e'

    © Foto: AA/ Ahmet İzgi
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Komîserê Yekîtiya Ewropayê (YE) Oettinger got endamtiya Tirkiyeyê ya ji bo YEyê mijareke piştî serdema Erdogan e.

    Navenda Nûçeyan — Komîserê YEyê Gunther Oettinger ji bo rojnameya Almanyayê Bildê axivî û gotinên wî yên "YE wê ji bo endamtiyê li ber Tirkiyeyê bigere" k udi sala 2013a de anî ziman, bi bîra wî hat xistin û jê hat pirsîn ku hîn li ser vê fikra xwe ye an na.

    Oettinger ev pirs wisa bersivand "ev gotin ji bo wê yekê bû ku Tirkiye ji aliyê aborî û erdnîgariyê de ji bo YEyê welatekî stratejîk e. Ev ne di derbarê hikumeta (Serokomar Recep Tayîp) Erdogan de bû. Têkiliyên baş ên bi Tirkiyeyê re ji bo YEyê girîng in. Lê div an şert û mercên îro de tê xuya ku endamtî zêdetirî 10 salên din jî ne pêkan e. Ev ê hîn zêde bibe mijara serdem a piştî Erdogan."

    Gotinên Erdogan ên di derbarê rawestandina peymana şûnde vegerandinê de jî bi bîra Oettinger hat xistin û Oettinger li ser vê yekê dest nîşan kir ev daxuyanî tenê ji bo rayagiştî ya navxweyî ne. Oettinger ê ku got "tê fêmkirin ku gelek Tirk serokekî bi hêz dixwaze û ew jî vê yekê bi kar tîne" diyar kir ku "ji bo Erdogan populîzm û netweperstî ne tiştên biyanî ne. Em li gelek welatên YEyê dibînin ku tevgerên wisa xurt dibin. Ez vê yekê gelekî xeternak dibînim."

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîrê Avusturyayê: Tu sûda hevdîtinên bi Tirkiyeyê re tune ye
    Serokwezîrê Avusturyayê: "Terefgirên Erdogan min bi mirinê tehdîd dikin"
    Almanya: Ne tiştekî veşartî ye ku Tirkiye ne hevparekî hêsan e
    Merkel: Îslam perçeyeke Almanyayê ye
    Etîketan:
    piştî, serdem, endamtî, mijar, Komîserê YEyê, Serokomarê Tirkiyeyê, Yekîtiya Ewropayê (YE), Recep Tayîp Erdogan, Gunther Oettinger, Tirkiye, Almanya, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de