11:08 17 Tebax 2017
Zindî
    Li Somaliyê nêzîkî Qesra Serokatiyê teqîn pêk hat

    Li Somaliyê nêzîkî Qesra Serokatiyê teqîn pêk hat

    © AFP 2017/ ABDULFITAH HASHI NOR
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Li paytexta Somalî Mogadîşûyê li nêzîkî Qesra Serokatiyê wesayitek bombekirî hate teqandin. Ji ber bandora teqînê camên otelên nêzîk şikest in.

    Mogadîşû —Li paytexta Somalî Mogadîşûyê nêzîkî qesra Serokatiyê teqîneke mezin pêk hat. Komîserê polîsan Muhammed Ali diyar kir ku herî kêm du otelên li derdorê hilweşiyane û wan dest bi tespîta zerarê kirine.

    Kesên ku şahidî li teqînê kirin li ser hesabên medyaya civakî diyar kirin ku piştî teqînê dengên guleyan bihîstine.

    ​‘HATE ÎDIAKIRIN KU EL ŞEBABÊ GIRTI SER OTELÊ'

    Di heman demê de ew zanyarî tên ku Otela Yekîtiya Ciwanên Somalî (SYL) rastî êrîşa çekdaran hatiye ku 500 metre dûrî Qesra Serokatiyê ya bi navê Villa Somalia ye. Tê texmînkirin ku êrîşkar milîtanên rêxistina terorê El Şebab a têkildarî El Qaîdeyê ye.

    El Şebab gelek caran li Somaliyê êrîşên terorê pêk tîne, herwiha heta niha gelek çalakî girtiye serxwe. Herî dawî El Şebabê berpirsiyariya wê çalakiyê girtibû serxwe ku li restoranteke peravê çêbibû û 10 kes hatibûn kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Li Balafirxaneya Somaliyê teqîneke bi hêz: Ji herêmê dengê çekan tê
    Fealiyeta akademiya Gulen a Somaliyê hat sekinandin
    Li Somaliyê bombeyek teqiya: 18 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da
    Li Somaliyê êrişa xwekujî:11 kuştî û bi dehan birîndar
    DAIŞ: ‘Me li Somaliyê êrişa xwe ya pêşî pêk anî'
    Etîketan:
    teqîn, Qesra Serokatiyê ya Somaliyê, Mogadişu, Somalî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de