16:46 23 Tebax 2017
Zindî
    Qesra Spî

    Kesekî ku kuştina Obama plan dikir li mala xwe hate zevtkirin

    © Sputnik/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Ofîsa Lêpirsînê ya Federal (FBI) li DYAyê kesekî ku plana kuştina Serokdewletê DYAyê Barack Obama dikir, di mala xwe de hate zevtkirin. Hate îdiakirin ku wê Obama di dema lîstoka golfê de bikuşta û di mala wî de gelek teqemenî hatine dîtin.

    Qesra Spî
    © REUTERS/ Gary Cameron
    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya kanala FoxNewsê ku ji dosyayên lêpirsînê yên FBIyê ragihandiye, sîxûrên FBIyê li Massachuesettsê girtine ser mala kesekî bi navê Joseph Gargiulo û di malê de gelek çek, teqemenî û tiştên ji bo çêkirina teqemeniyê dîtine. FBIyê di çarçoveya zanyariyên muxbirekê nêzîkî Gargiulo de tevgeriyan e ku Gargiulo li bajarê Hollistonê dijî û 48 salî ye.

    Heman muxbirî diyarkiriye ku Gargiuloyî çend caran plana kuştina serokê DYAyê kiriye. Gargiulo weke kesekî ‘hişê wî ne li serê wî' hatiye raporkirin û li gorî ragihandina muxbir wî yek du caran behsa kuştina Obama, sîxûrên ewlekariya navxweyî û misilmanan kiriye. Li gorî heman zanyariyan Garguilo plankiriye ku Obama dema li qada golfê ya navê Martha's Vineyardê golf bilîze bikuje.

    Bi heman mijarî:

    Li nêzî Qesra Spî denge çekan
    Etîketan:
    plankirina kuştinê, Serokdewletê DYAyê, Buroya Lêpirsîna Federal a Amerîkayê (FBI), Joseph Gargiulo, Barack Obama, Holliston, Massachuesetts, Qesra Spî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de