05:16 20 Tebax 2017
Zindî
    Berdevkê wezareta karên derve a Amerîkayê John Kirby

    Amerîka: Em dixwazin Hewlêr û Bexda pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin

    © AFP 2017/ MANDEL NGAN
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Amerîkayê ragihand ku ew ji bo nêzîkbûna Hewlêr û Bexdayê piştgiriya hemû hewldanan dike û bang li her dua liyan kir ku pirgirêkên xwe bi riya diyalog û goftûgoyê çareser bikin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya Kurdistan24ê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê John Kirby ji bo hevdîtina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî diyar kir ku ew ji ber vê hevdîtinê kêfxweş in û got em dixwazin Hewlêr û Bexda pirsgirêkên xwe bi riya diyalog û goftûfoyan çareser bikin.

    Li gel vê yekê Kirby dest nîşan kir ku ev civîn karekî navxweyî yê Iraqê ye û Amerîka tevlê karûbarên navxweyî yên Iraqê nabe. Herwiha Kirby da zanîn ku berpirsên Amerîkayê jî ji bo ku pirsgirêkên di navbera herdu aliyan de çareser bibe, di wan hevdîtinan de cih girtine.

    Tê zanîn ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo hevdîtnan li gel şandeke Hikumeta Herêma Kurdistanê duh çûbû Bexdayê û bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û rayedarên hikumeta Iraqê û hinek rayedarên Amerîkayê re civîn lidar xistibû.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Tirkiye operasyonan li cihên DAIŞ ne lê ye pêk tîne
    Amerîka hemwelatiyê xwe yên li Tirkiyayê hişyar kir
    Amerîka: Em him piştgiriya Tirkiyeyê û him a HSDê dikin
    Herêma Kurdistanê daxwaza Amerîkayê qebûl nekir
    Herêma Kurdistanê û Amerîka protokola siyasî û leşkerî îmze dikin
    Etîketan:
    çareserkirin, pirsgirêk, diyalog, daxwaz, Serokwezîrê Iraqê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê, Heyder Ebadî, Nêçîrvan Barzanî, John Kirby, Iraq, Kurdistan, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de