12:50 20 Tebax 2017
Zindî
    Frank Walter Steinmeier

    Almanya: Heke destûra Încîrlîkê neyê dayin em ê leşkerên xwe paş ve bikişînin

    © REUTERS/ Clemens Bilan/Pool
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Wezîrê Karê Derve yê Almanyayê Frank-Walter steinmeier diyar kir ku heke Tirkiyê destûra parlamenterên alman ji bo serdana Baregeha Încîrlîkê nede ew ê yekîneyên alman ji wir paş ve bikişînin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorû nûçeya beşa tirkî ya DWyê Wezîrê Karê Derve yê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier ji televizyona ARD a almanî re axivî. Steinmeier di axavtina xwe de bersiva Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu da ku derbarê Baregeha Încîrlîkê de bû. Steinmeier got ku heke Tirkiyê di astengikirina parlamenên alman de berdewam bike ew ê yekîneyên alman ên li Încîrlîkê dimînin paş ve bikişînin ku di çarçoveya têkoşîna li hemberî DAIŞê de li wir in.

    Wezîrê alman herwiha derbarê daxwaza Çavuşoglu jî de axivî ku Çavuşoglu digot bila hikûmeta alman mesafeyê têxe navbera xwe û biryara Qirkirina Ermenan. Steinmeier got: "Ez wisa nafikirim ku ev ne mijareke rasterast bi wê ve girêdayî ye û min ev ji wezîrê tirk re jî ragihand."

    Bi heman mijarî:

    Rojnameya Bildê: Steinmeier di mijara serbestiya vîzeyê de bêhêviye
    Steinmeier: ‘Ji bo bi Tirkiyayê re rasterast hevdîtin pêk bînin dê ez hewl bidim'
    Steinmeier: "Em nahêlin gengeşiya Tirkiyeyê derbasî Almanyayê bibe"
    Steinmeier: "Bi tundî NATO rexne kir"
    Steinmeier: ‘Ez hêvî dikim di navbera me û Tirkiyayê de rageşî dernekeve'
    Etîketan:
    Qirkirina Ermenan, hikûmeta almanî, DAIŞ, DW tirkî, Televîzyona Almanî ARD, Mevlut Çavutoglu, Frank-Walter Steinmeier, baregeha Încîrlikê, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de