09:01 17 Tebax 2017
Zindî
    Penaber

    “Divê rêkeftina penaberan û serbestiya vîzeyê cuda bên nirxandin”

    © REUTERS/ Ümit Bektaş
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Endamê Berpirsyar ji Polîtîkaya Cîranî û Gotûbêjên Berfirehkirinê yê Komisyona YEyê Johannes Hahnî got ku divê rêkeftina penaberan û serbestiya vîzeyê cuda bên nirxandin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya DWê, Hahn bi rojnameya Handelsblatt ya li Almanyayê tê weşandin re axivî û teqez kir ku Tirkiyeyê jî bi qasî YEyê sûd ji rêkeftinê girtiye û wiha got: "Divê ewropî xwe hîs nekin wek ku bêçare mane û ji ber vê jî divê mercên tine neyên afirandin."

    "TEQEZ ENQERE NAXWAZE DEST JI ALÎKARIYA DIRAVÎ BERDE"

    Rayedarê YEyê bi bîr anî ku di çarçoveya rêkeftina penaberan de, 2 milyon û 700 hezar Euro ji Tirkiyeyê re hatine şandin û teqez e ku Enqere naxwaze ev tişt ji destê wê biçe.

    Herwiha Hahn li dijî pêşniyara Serokwezîrê Awistiryayê Christian Kernî ya rawestandina gôtubêjan bi Tirkiyeyê re derket û diyar kir ku her 27 endamên YEyê wiha difikirin ku heta Enqere bixwaze, divê ev gotûbêj berdewam bikin.

    Ji aliyekî din ve, Hahnî teqez kir ku armanca Tirkiyeyê ya ku di 2023an de bibe endama YEyê ne rasteqîn e û wiha got: Gava mirov ji pencereya îro binere; na".

    Bi heman mijarî:

    Li Fransayê li baregehên penaberan cih nema, dewletê bang li gel kir
    Zarok û jin li Navenda penaberan a li Awistralyayê tûşî destdirêjiyê dibin
    Tirkiye YEyê tehdîd dike ku ew ê peymana penaberan betal bike
    Li Almanyayê nêzîkî navenda pêşwazîya penaberan teqîn pêk hat
    Peymana penaberan di xetereyê de nîne
    Etîketan:
    serbestiya vizeyan, rêkeftina penaberan, YE, Christian Kern, Florian Hahn, Almanya, awistirya, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de