11:19 19 Sibat 2018
Zindî
    Berdevkê pentegonê Peter Cook

    DYA: Şerê di navbera Artêşa tirk û HSDê de nayê qebûlkirin

    © Foto: ABD Savunma Bakanlığı
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 30

    Berdevkê Wezareta Berevaniya DYAyê (Pentagon) Peter Cook derbarê operasyona ‘Mertalê Feratê' de diyar kir ku şerê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Artêşa tirk de nayê qebûlkirin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya rojnameya New York Times ê Berdevê Pentagonê Peter Cook derbarê ketina leşkerên tirk a nav xaka Sûriyê de nirxandin kiriye. Cook di nirxandina xwe de got: "Em pevçûnên li başûrê Cerablusê ku herêma êdî DAIŞ lê nîne ji nêz ve dişopînin. Em pevçûnên di navbera yekîneyên têkiliyên wan bi Hêzên Çekdar ên tirk, bi hin komên muxalif û bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk de qebûl nakin."

    Cook diyar kir ku ew der jixwe qadeke şer a qerebalix e û ji ber wê jî em bang li hemû aliyên çekdar dikin ku bisekinin û heta agirbest çêbibe paş ve vekişin.

    Bi heman mijarî:

    ENKSê destwerdana hêzên biyanî şermezar kir
    Buroya Mafê Mirovan a Cizîrê bang li civaka navneteweyî kir
    Artêşa Tirkiyeyê bakurê Sûriyeyê bombebaran dike
    Çavuşoglu: Divê kesên berê li wir dijiyan vegerin Minbicê
    YPG, çek û şervanan dişîne bajarê Minbicê
    Etîketan:
    Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK), Wezareta Berevaniya DYA Pentagonê, HSD, YPG, Peter Cook, Cerablus, Minbic
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de