04:50 19 Çile 2018
Zindî
    Almanya

    'Li Almanyayê 6 hezar sixûrên MÎTê hene'

    © Foto: Flickr/ Hernán Piñera
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojnameya Alman ya bi navê Die Welt îdia kir ku li Almanyayê nêzîkê 6 hezar endam û sixûrên îstîxbarata MÎTê hene û hat gotin ku ew sixûr Tirkên li Almanyayê dişopînin û wan di bin zextê de digirin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên heman rojnameyê wekîlên Almanyayê wê ji bo faaliyetên MÎTê yên li Almanyayê ji parlamentoya Almanyayê daxwaza lêkolînê bikin. Die Welt diyar kir ku wekîlê Partiya Keskan a Almanyayê Hans-Christian Stroble aniye ziman ku ew ê vê mijarê piştî betlaneya havînê bînin rojeva Parlamentoya Federal a Almanyayê.

    Li gorî rojnameyê Stroble got "li Almanyayê xebatên veşartî yên MÎTê gelekî zêde ne" û balkişand ser ku Rêxistina Parastin a Destûra Bingehîn, BND û polîs divê hevakariya bi Tirkiyeyê kontrol bike.

    Di nûçeyê de hat diyar kirin ku li Almanyayê 3 milyon kes ên ku welatiyên Tirkiyeyê û welatiyên Almanyayê yên bi eslê xwe Tirkiyeyî ne, dijîn.

    Bi heman mijarî:

    Merkel: "Di navbera Almanya û Tirkiyeyê de girêdayîneke taybet heye"
    Almanya:Ji bo serbestiya vîzeyê riyeke pir dirêj li ber Tirkiyeyê heye
    Almanya Tirkiyê bi piştgiriya terorê sûcdar dike
    Almanya: Divê rêgezên dewleta hiqûqê neyên binpêkirin
    Almanya: Sedema berdewamiya gotûbêjên endamtiya Tirkiyê ya YEyê, Rûsya û Çîn in
    Etîketan:
    sixûr, endam, Parlamentoya Federal a Almanyayê, MÎT, Partiya Keskan a Almanyayê (Grunen), Dezgehê Îstixbarata Almanyaya Federal (BND), Hans-Christian Stroble, Tirkiye, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de