01:12 23 Çile 2018
Zindî
    Rodrigo Duterte

    ‘Hûn emerîkî bo çi reşikan dikujin?'

    © REUTERS/ Erik De Castro
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Dewleta Filipînê yê ku bi têkoşîna xwe li dijî madekêşiyê kete rojevê Rodrigo Duterte, rexneyên tund li DYA û NYê kir û diyar kir ku ew bo parastina mafên mirovan ti tiştekî nakin.

    Navenda nûçeyan — Duterte ê ku meha borî hate ser peywirê li dijî tîcareta madekêşiyê têkoşîneke mezin da destpêkirin. Kiryarên Duterte yê li dijî tucarên madekêşiyê yên tund li serarserê Filipînê dibe sedema bertekan. Duterte di civîneke çapemeniyê de rexne li DYA û NYyê girt.

    Bi fermana Duterte di nava mehekê de ji hezar û 700 kesên ku têkiliyên wan bi tîcareta madekêşiyê hene hatin kuştin. Ev yek bû sedema bertekên DYA û NYyê jî. Li ser bertekan Duterte bersiv da DYA û NYyê û diyar kir ku bila ew li kiryarên xwe yên derbarê  mafên mirovan binerin û piştre rexneyan li welatên din bikin.

    ‘HÛN BI QESTÎ REŞIKAN DIKUJIN'

    Duterte bal kişand ser kuştina reşikan yên li DYAyê yên bi destê polêsan û wiha dewam kir: ‘Hey Emerîka tu çima reşikên li welatê xwe dide kuştin. Tu yên radestbûyî jî dikuje. Hejmara wan çi be bila bibe ferq nake, tu mafên mirovan bin pê dike.'
    Duterte rexne li NYyê jî kir û got ‘NY ka te bo cîhanê çi kir' Duterte NYyê sûcdar dît ku got ew li hember gelek bûyerên mezin yên li Rojhilata Navîn bêdeng dimîne.

    Bi heman mijarî:

    Li DYAyê kuştina reşikan li ber Qesra Spî hate protestokirin
    Tundûtûjiya polîsên amerîkî li ser reşikan berdewam dike
    Li Amerîkayê tûndiya li hemberî welatiyên reşik hate protestokirin
    Polîsên Amerîkayê jineke reşik a bi çek kuşt
    Reşik dixwazin li DYAyê dewletekê avabikin
    Li DYAyê di hefteyekê de polîsan 2 reşik kuşt
    Etîketan:
    reşik, polês, mafên mirovan, şer, şerê li dijî madekêşiyê, Rodrigo Duterte, ewrûpa, dya, filîpîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de