16:25 27 Gulan 2018
DAIŞ

Swîsre wê ‘cîhadîstan' ji welatiyê derxîne

© AFP 2018 / File
Cîhan
Lînkê kurt
0 10

Hat gotin ku Swîsre wê kesên ku têkiliyên wan bi ‘komên cîhadîst' re hebin ji welatiyê derxîne û dersînor bike.

Navenda nûçeyan — Hikumeta Federal ya Swîsreyê bo kesên ku têkiliyên wan bi komên cîhadîst re hene ji welatiyê derxîne hin amadehiyên fermî dike.
Swîsre piştî Herba Cîhanê ya 2emîna cara pêşî amadehiya qanûna kesan ya ji welatiya Swîsreyê dike.

Sedema destpêkirina vê pêvajoyê jî beşdarbûna zarokekî 19 salî yê li Kantona Zurihê ya di sala 2015 de ya bo DAIŞê bû. Niha tê xwestin ku welatiya wî kesî bê betalkirin.

Hikumeta Federal Ya Swîsreyê krîterên derbarê derxistina ji welatiyê bi awayekî baş eşkere kir û got ‘kesên ku tevgerên wan bo ewlehî, berjewendî û qedrê Swîsreyê bifikare be' wê ji welatiyê bêne derxistin.

Herwiha kesên ku têkiliyên wan bi komên cîhadîst û tundrew jî hebin wê ji welatiya Swîsreyê bêne derxistin. Li gorî qanûnê kesên ku sûcên komkujî û şer bikin û Peymana Cenevreyê bin pê bikin jî dê ji welatiyê bêne avêtin.


Bi heman mijarî:

Gelo Tirkiyê cîhadîstên ku dişîne Qeyseriyê di şerên li bajarên Kurdan de bikar tîne?
Kurê Bîn Ladîn bang li cîhadîstên cîhanê kir: 'Bo Sûriyeyê bibin yek'
Terorîstên cîhadîst li dijî elewiyan amadekariya komkujiyê dikin
Ji Tirkiyayê bo çekdarên cîhadîst gaza ‘Sarîn’ê diçe
Etîketan:
welatî, hevkarî, daiş, hikumeta federal ya swîsreyê, komên cîhadîst, swîsre
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de