12:53 22 Çile 2018
Zindî
    Hillary Clinton, Jimmy Kimmel Show

    Clintonê ji bo serokatiyê kavanoz vekir

    YOUTUBE
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Namzeta Partiya Demokrat a Amerîkayê Hillary Clinton beşdarî bernameya Jimmy Kimmel Live Show bû û ji bo ku îsbat bike ku hîn li ser xwe ye, kavanozeke tirşiyê ku zeft hatibû girtin vekir. Berî niha îdia hebûn ku rewşa tenduristiya Clintonê hesas e.

    Navenda Nûçeyan — Clintona ku ji ber hilbijartinên Amerîkayê yên dê di meha Mijdarê de werin lidarxistin ji aliyê Trump û piştgirên wî her tûşî helmetên reşkirinê tê, cara sêyem beşdarî Jimmy Kimmel Live Showê bû. Kimmelî li ser vê mijarê bi henekî diljenîna Clintonê pîva û got "dilê wê najene" ku bû sedema hîqehîqeê li Stûdyoyê. Li ser vê jî Clintonê wiha got, "kovara National Inqurierê ragihandibû ku 6 meh temenê min maye. Ez jî di her nefesê de xwe bêtir bi jiyanê digirim." Piştî vê Kimmelî kavanozeke devê wê şidandî da Clintona 68 salî û pîrika du neviyan. Clintonê ew kavanoz bi awayekî serkeftî vekir û tevahiya salonê jê re li çepikan xist.

    Di meha borî de Clinton ji bo helmeta xw eya hilbijartinê çûbû Coloradoyê û wêneyek ji wê serdanê hatibû weşandin ku siyasetmedara 68 salî dike bikeve û xwe bi pasevanekî xwe digre. Li ser vê jî medyaya komarparêzan ragihandibû ku rewşa tendrusitî ya Clintonê nebaş e.

    Herwiha medyaya rastgir hinek nûçe belav kiribûn ku tê de qala hindê dihat kirin; Clintonê di sala 2009an de enîşka xwe şikandibû û gava sala 2011an li balafirê siwar dibû ket û di heman salê de jî emeliyat ji ber girêkeke xwînê di mejiyê xwe de bûbû.

    GOTINÊN TRUMPÎ XWENDIN

    Dûre Clintonê ji kavanozeke dişibe Trumpî hemû gotinên bi gengeşe yên namzetê komarparêz xwendin ku di dema helmeta xwe de gotibûn. Di nav van gotinan de ew daxuyaniyên dijî jinan hebûn ku ew gotinê neyarane yên ji rojnamevana bi navê Rosie O'Donell re gotibûn lê Clintonê qebûl nekir ku gotinên Trumpî yên ji qîza xwe Ivanka Trumpê re gotine bixwîne. Trumpî gotibû ku ne qîza wî bûye, dibû ku ew pê re derketa.

    "WEK ZAROKÊN DIBISTANA SERETAYÎ NÎQAŞÊ DIKE"

    Clintonê li ser pirsyara Kimmelî bê çawa dê li dijî Trumpî têbikoşe, wiha got: "Ez tê de, heqaret li 80% ji welatiyên Amerîkayê kiriye. Wî him reqîb û him ji moderator jî biçûk kirin. Ji bo ez pê mijûl bibim divê ez vegerim dibistana seretayî".

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Bill Clinton di dema axaftina Hillary de di xew ve çû
    Clinton bû yekemîn namzeda serokatiya Amerîkayê ya jin
    Assenge: "Danûstandina di navbera Clinton û Google de "Bira biraye bazar xuya ye"
    Clinton, namzediya serokatiya Amerîkayê gerentî kir
    Peskov bersiva Clinton da: ‘Em ê çima cejnê bikin?'
    Hedefa DAIŞê ya nû: Melayên brîtanî û alîkarê Clinton
    Etîketan:
    hilbijartinên Amerîkayê, Ivanka Trump, Jimmy Kimmel, Hillary Clinton, Donald Trump, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de