12:24 24 Çile 2018
Zindî
    Civata Ewlekarî ya NY

    KENYê êrişa terorî ya Dîlokê şermezar kir

    © AP Photo/ Frank Franklin II
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bi erêkirina hemû endamên xwe êrişa terorî ya li bajarê Dîlokê bi tundî şermezar kir.

    Navenda Nûçeyan — Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bi erêkirina hemû endamên xwe daxuyaniyeke çapemenî weşand û êrişa terorî ya li bajarê Dîlokê û yên bajarên din bi tundî şermezar kirin.

    KENYê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ku bi erêkirina hemû endamên par ve kir de ragihand ku em vê êrişa terorî ya li dijî dawetê ku li bajarê Dîlokê bi hovane û tirsonekî pêk hat bi tundî şermezar dikin, em sersaxiyê ji gelê Tirkiyeyê, xizm û malbatên kuştiyan re dixwazin. Hemû cureyên terorîzm li qada navneteweyî ji bo aştî û aramiyê xeternak e.

    Her wiha Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî di dirêjiya daxuyaniya xwe de teqînên bajarên kurdan ku li dijî baregehên hêzên ewlehî pêk hatibû jî şermezar kirin, lê di metnê daxuyaniyê de cih neda navê tu rêxistinan.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: KENY divê lîsteyên rêxistin ên terorê di demê de nû bike
    Rûsya erênî li referandûma KENY yê dinêre
    KENY: Wê sewqiyata çekan ji Tirkiye bo Sûriyeyê binirxîne
    Rûsya:'Nevexwendina kurdan ji bo Cenevreyê li dijî biryara KENYê ye'
    KENYê ji dewleta Tirkiyeyê xwest dawî li topbaranê bîne
    Etîketan:
    Êrişa terorî ya li Dîlokê, Konseya Ewlehî ya Netewên Yekbûyî (KENY), Dîlok, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de