14:52 24 Çile 2018
Zindî
    Milîtanê Talîbanê

    Li pakîstanê operasyon: 40 kuştî û 21 jî birîndar

    © REUTERS/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Artêşa Pakîstanê di operasyona bi navê ‘Hayber 3' ku hefteya borî li hemberî rêxistina Talîbanê dabû destpêkirin de 40 milîtan kuşt û 21 jî birîndar kir.

    Navenda Nûçeyan — Artêşa Pakîstanê di operasyona bi navê ‘Hayber 3' ku hefteya borî li hemberî rêxistina Talîbanê dabû destpêkirin de 40 milîtan kuşt, 21 jî birîndar kir û nêzî 45 baregeh û stargehên wê rûxandin. Di çarçoveya operasyona Artêşa Pakîstanê de heta niha di şer û pevçûnan de herî kêm 40 milîtanên rêxistina Talîbanê hatin kuştin, 21 milîtan bi birîndarî desteserkirin û nêzî 45 baregeh, stargeh îmha kirin û gelek amûrên rexistinî bi dest xistin.

    Pakîstanê di 14ê Tebaxa 2014an de li hemberî milîtanên rêxistina Talîbanê li Wezîrîstana Bakur ku wekî ‘herêma eşîran' tê zanîn operasyona leşkerî û berfireh destpêkiribû. Wê demê di operasyona ku bi navê Zarb —e-Azb hatibû binavkirin û heta niha di nava du salan de nêzî 3 hezar û 500 milîtan hatin kuştin û di operasyonan de nêzî 490 leşkerên Artêşa Pakîstanê jiyana xwe ji dest dan.

    Bi heman mijarî:

    Li Pakîstan û Efganîstanê bi şîdeta 7,7 erdhêj: 180 mirî û nezî 360 kes jî birîndar in
    Pakîstan li hember CIA doz vedike
    Berpirsê DAIŞê yê Efxanîstan û Pakîstanê hat kuştin
    DAIŞê êrîşa li Pakîstanê girt ser xwe
    Li Pakîstanê êrişa xwekujî: Herî kêm 39 kuştî
    Etîketan:
    Rêxistina Talîbanê, Artêşa Pakîstanê, Pakîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de