23:39 23 Gulan 2018
    Berdevkê pentegonê Peter Cook

    Amerîka derbarê êrişên Tirkiyayê ya ser YPGê de daxuyanî da

    © Foto : ABD Savunma Bakanlığı
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 20

    Berdevkê Pentegonê Peter Cook derbarê nûçeyên ku Artêşa Tirkiyayê çeperên DAIŞê ya li Cerablusê topbaran kirine de ragihand ku nirxandina wê yekê ji tirkan re dihêlin. Li gorî me divê armanc DAIŞ be û dîtina ku em dibînin ev yek tê kirin.

    Washington — Berdevkê Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentegonê) Peter Cook diyar kir ku hêzên koalisyona li dijî DAIŞê şer dikin dê bi balafirên şer wan biparêzên û ev yek jî naye wateya ku herêmek qedexe.

    Cook, di civîna çapameniya li Pentegonê li dar xist de û pirsen balafirên şer ên Sûriyayê ku hefteya borî herêmên di bin kontrola YPGê ya bajarê Hesekê bombebaran kiribûn li servê yekê balafirên şer ên koalîsyonê şandibûn herêmê bersivand. Cook got: ‘Em hêzên ku girêdayê koalîsyonê ya li Sûriyayê dê biparêzin me vê yekê hefteya borî da nîşandin. Ez naveroka operasyonên hewayî nadim lê ez vê yekê bibêjim dê operasyonên me dewam bikin. Em di operasyonên hewayî hevalbendê xwe biparêzin.'

    Berdevkê Pentegonê eşkere kir ku mafê wanê parastina hêza Amerîkayê ya li Sûriyayê heye.

    ‘ARMANC DIVÊ DAIŞ BE'

    Cook li ser pirsa Artêşa Tirkiyayê çeperên YPGê û rêxistina terorîst DAIŞê topbaran kirine bersivan û got: ‘Vê yekê ji rayedarên tirk bipirsin. Herwiha Cook wiha dewam kir fikariya şervanên biyanî ku ji Tirkiyayê derbasî Cerablusê dibin dewam dike. Li Sûriyayê bi taybetî jî li cihekî wiha girîng tûndiya li ser DAIŞê mihîme. Em dixwazin DAIŞê Cerablus jî din ev de ji her derê derxin.

    Li ser pirsa çeperên DAIŞê ji aliyê Tirkiyayê ve hate topbarankirin li Amerîkayê gelo bû sedema fikaran Cook wiha bersivand vê yekê ji rayedarê tirk bipirsin. Li gorî me divê armanc DAIŞ be.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Balafirên artêşa Sûriyeyê paşve vekişiyan
    Amerîka ji bo piştgiriya YPGê balafirên şer şand Hesekeyê
    Amerîka: Biryar biryara Tirkiye û Rûsya ye
    Amerîka derbarê çekên xwe yên kimyewî ya Tirkiyayê biriye Romanyayê de daxuyanî da
    Etîketan:
    şervan, bersiv, pirs, koalîsyon, balafir, YPG, daxuyanî, Pentegon, Peter Cook, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de