20:40 24 Îlon 2017
Zindî
    Netewên Yekbûyî (NY)

    NY hişyarî da Tirkiyeyê: Rewşa Awarte be jî mafên mirovan biparêze

    © Sputnik/ Dmitriy Astahov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 65 0 0

    Pisporên Neteweyên Yekbûyî (NY) daxuynad ku Rewşa Awarte jî hatibe ragihandin divê Tirkiye dîsa jî mafên mirovan binpê neke û divê berpirsyariya xwe ya di derbarê mafên mirovan de bicihbîne.

    Navenda Nûçeyan — Pisporên mafên mirovan ên NY bi daxuyaniyekê di mijara binpêkirina mafên mirovan de hişyarî da Tirkiyeyê û gotin her çi qas Rewşa Awarte hatibe ragihandin jî nabe ku mafên mirovan werin binpêkirin.

    Li gorî nûçeyeke Bîanetê li ser malpera NY daxuyaniyeke bi îmzeyên 19 pisporên NY hat belav kirin û pisporan di daxuyaniyê de hişyarî da Tirkiyeyê û hat gotin ku Tirkiye dixwaze xala 4emîn a Peymana Navneteweyî ya Mafên Şexsî û Siyasî bixe meriyetê ku ev xal jî maf dide Tirkiyeyê ku berpirsyariyên xwe yên di derbarê mafên mirovan de kêm bike.

    Di daxuyaniya pisporên NY de hat dest nîşan kirin ku "xala 4emîn a peymanê tenê gava ku jiyana netewê di xetereyê de be derbasdar e, rewşa Tirkiyeyê ya niha rewşeke wisa xeternak nîşan nade." Pisporan di daxuyaniya xwe de lê zêde kir û gotin "di Rewşa Awarte de be jî divê dîsa mafê jiyanê were parastin, îşkence were astengkirin, divê mafê darizandina adilane neyê rakirin û divê ji bo herkesi azadiya raman û baweriyê were xerentî kirin."

    Pisporan di daxuyaniyê de anîn ziman ku Tirkiye di bin van berpisyariyan de ye û Rewaş Awarte vê rastiyê naguherîne. Herwiha pisporan di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser qanûn û biryarnameyên nû û gotin "divê hikumet qanûnên nû û biryarnameyên di hikmê qanûnê de ji bo kûrtirkirina qeyranên li welêt hene, bi kar neyine."

    Bi heman mijarî:

    NY: "DAIŞê 3 hezar kesên ku dixwestin birevin Kerkûkê dîl girtin"
    NY: Êzidî hîna jî weke kole tên girtin
    NY: Em ji operasyona mirovî ya Rûsyayê kêfxweş in
    NY û THEE rexne li helwesta Tirkiyeyê ya li hember çapemeniyê kirin
    NY: Piştî ragihandina rewşa awarte ya li Tirkiyayê em bifikarin
    NY hişyarî da Îsraîlê: Dev ji dagirkirina Fîlîstînê berde
    Etîketan:
    rewşa awarte, mafên mirovan, pispor, daxuyanî, hişyarî, Peymana Navneteweyî ya Mafên Şexsî û Siyasî, Bianet, Neteweyên Yebkûyî (NY), Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de