17:41 23 Îlon 2017
Zindî
    Baregeha Încîrlîkê

    'DYA çekên xwe yên kimyewî yên li Tirkiyeyê bar dike Romanyayê'

    © AFP 2017/ Tarık Tınazay
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1510

    Rojnamevan Georgi Gotev yê ku di nûçeya xwe de diyar dike ku 'DYA çekên xwe yên kimyewî yên li Tirkiyeyê bar dike Romanyayê' eşkere kir ku ew li dûv nûçeya xwe ye lewra agahiyên derbarê vê yekê ji çavkaniyên gelekî bi ewle girtiye.

    Navenda nûçeyan — Gotev destnîşan kir ku ew ji çavkaniyên bi ewle hîn bûye ku DYA çekên xwe yên kimyewî yên li Tikiyeyê bar dike Romanayayê û wiha pê de çû: 'Ez ji çavkaniyan gelekî bawer im lewma min nûçeyeke wiha çêkir. Ez bi wan ne bawer bûma min nûçeyek wiha çê nedikir.'

    Gotev di daxuyaniya xwe ya malpera Romania Liberayê de eşkere ew dizane ku wê ev nûçe di nava Romaniyayê bibe sedema aloziyê lê wê dîsa jî dev ji vê nûçeyê bernede.

    'TIRKIYEYA KU JI EWRÛPAYÊ VEQETIYA, BERÊ XWE DA RÛSYAYÊ'

    Gotev amaje kir DYA piştî xirabûna têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê biryar da ku  çekên kimyewî yên li Baregeha Încîrlîkê bar bike Romanyayê û wiha got: 'Piştî hewldana derbeya leşkerî Tirkiye ji Ewrûpayê veqetiya û berê xwe da Rûsyayê.'

    Gotev barkirina çekên kimyewî wek 'bêwate' binav kir û ragihand ku têkiliyên Moskowa- Enqere û Tehranê wê rewşa herêmê bi awayekî radîkal biguherîne.

    Berdevkê Pentagonê Patrick Evans, derbarê îdiayên ku 'DYA ji ber rewşa aloz ya Tirkiyeyê ya piştî hewldana derbeya leşkerî, çekên xwe yên kimyewî yên li baregeha Încîrlîkê bar dike Romanayê' gotibû ku: 'Wezareta Parastina DYA îdiayên derbarê hebûna çekên kimyewî yên ki Tirkiyeû Romanyayê ne erê dike û ne jî red dike.'

    Bi heman mijarî:

    Generalê brîtanî: ‘Dibe di navbera Rûsya û NATOyê de şerê çekên kimyewî derkeve'
    Pergala moşekên Amerîkayê dikarin çekên kimyewî yên Rûsyayê bidin
    Li Iraqê Îmalatxaneya çekên kimyewî ya DAIŞê hate dîtin
    Serokwezîrê Ermenîstanê yê berê: ‘Çekên me yên kimyewî hene'
    ÎDIA - Dibe DAIŞ bi çekên kimyewî êrişî Ewropayê bike
    Etîketan:
    rewşa aloz, hewldana derbeya leşkerî, têkilî, çekên kîmyewî, Patrick Evans, georgi gotev, rûsya, romaniya, dya, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de