02:36 13 Kanûn 2017
Zindî
    Jean-Claude Juncker / St. Petersburg Ekonomi Forumu

    Juncker: ‘Tirkiya di demek nêz de nabe endamê Yekîtiya Ewropayê'

    Sputnik
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Tirkiya daxuyandibû ku armanc dikin di sala 2023an de dê bibin endamê Yekiya Ewropayê (YE), lê ji Komîsyona YEê nirxandinê neyînî û hayjixwe hatin.

    Navenda Nûçeyan — Komîsyona YÊ ragihand ku dê derbarê spekulasyonên dîroka endamtiyê de neaxivin û peşveçûnên muzakereyan jî di destê Tirkiyayê de ye.

    Li gorî çûçeya DW tirkî Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Jean-Claude Juncker di hevpeywîna xwe ya bi rojnameya Tiroler Tageszeitung yê Awistiryayê de diyar kiriye ku endamtiya Tirkiya ya ji bo YEê di dîrokek nêz de pêk neyê, lewre Tirkiya krîterên yekîtiyê bicih naynê. Herwiha navborî eşkere kiriye ku Tirkiya ji bo endamtiya yekîtiyê di şert û mercên îro de neamadeye, hevpeywînên bi Enqereyê re dê gelek sal dem bigre.

    Balyozê li gel Yekîtiya Ewropayê ya Tirkiyayê Selim Yenel destnîşan kiribû ku di 100 sala ava kirina Komarê ya Tirkiyayê de bibin endamê YEê û got: ‘Ji bo me salên dirêj endamtiya Tirkiyayê ya ji bo YEê nayê qebulkirin, endamtiya YEê ji bo me pir girînge.'

    Bi heman mijarî:

    Juncker: ‘Girtina deriyê YEê ya ji bo Tirkiyayê şaşiyek mezine'
    Guardian: Cihê bûna Brîtanyayê ya ji YEê ji bo Rûsyayê fersende
    Guhê îstîxbarata Almanyayê li welatên Yekîtiya Ewropayê û NATOyê ye
    Welatê Swîsreyê endamtiya Yekîtiya Ewropayê naxweze
    Demîrtaş bi nûnerên Yekîtiya Ewropayê re civiya
    Etîketan:
    merc, endamtî, spekulasyon, nêzîk, şert, dîrok, DW tirkî, Jean-Claude Juncker, Awistirya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de