05:31 21 Hezîran 2018
Boris Johnson

Birîtanya: Piştgiriya Rûsyayê ji “navbera 48 saetî” gaveke ber bi pêş ve ye

© AFP 2018 / ROSLAN RAHMAN
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Boris Johnson daxuyaniya Rûsyayê ku gotibû “em amade ne 48 saetan navbereke mirovî bidin ta ku alîkariyên mirovî bigihêjin niştîcihên Helebê” wek gaveke ber bi pêş ve nirxand.

Navenda Nûçeyan — Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê Johnsonî wiha gotiye: "Divê êdî şer bê rawestandin. Daxuyaniya Rûsyayê ya navbera alîkariya mirovî a 48 saetî, gaveke ber bi pêş ve ye. Divê em demildest vê planê bisepînin ta ku alîkariyên derman û xwarinê yên pêwîst bi niştîcihên Helebê re bikin".

Herwiha Johnsonî diyar kir ku istiqrara Sûriyeyê encex piştî rawestandina bombebarankirin şerî dê pêkan be.

Berdevkê Wezareta Parastina Rûsyayê Igor Konaşenkovî duh gotibû: "Wek "projeyeke pîlot" em amade ne ku ji bo 48 saetan navbereke mirovî bidin ta ku em binerin bê derfet hene ku alîkariyên mirovî bi awayekî ewle bigihên sivîlan an negihêje wan".

Bi heman mijarî:

Times: Rûsya ji hêla leşkerî ve ji Brîtanyayê bihêztir e
Kremlin: Divê em têkiliyên Rûsya û Brîtanyayê xurt bikin
DAIŞ, beriya lîstika Rûsya û Brîtanyayê amadehiya êrişan dike
Brîtanyayê îdia kir ku Rûsya ji % 5 li DAIŞê dixe
Guardian: Cihê bûna Brîtanyayê ya ji YEê ji bo Rûsyayê fersende
Reqîbê pêşî yê Rûsyayê, di EURO 2016an de Brîtanya ye
Brîtanya dê hezar leşkeri bişînê sînorê Rûsyayê
Etîketan:
şerê Sûriyeyê, navbera mirovî, Igor Konaşenkov, Boris Johnson, Brîtanya, Sûriye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de