07:50 18 Kanûn 2017
Zindî
    Angela Merkel û Recep Teyip Erdogan

    Merkel: "Di navbera Almanya û Tirkiyeyê de girêdayîneke taybet heye"

    © Foto: Serokomariya Tirkiyeyê
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Merkel, piştî belgeya veşartî ya derheqê Tirkiyeyê de eşkere bû ji bo ku gengeşiya navbera Berlîn û Enqereyê kêm bike ragihand ku di navbera Tirkiye û Almanyayê de hiqûqekî taybet heye.

    Berlîn — Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel di axaftina xwe ya tora rojnamevanên nivîskar de piştî belgeya veşartî ya derheqê Tirkiyeyê de eşkere bû ji bo ku gengeşiya navbera Berlîn û Enqereyê kêm bike ragihand ku di navbera Tirkiye û Almanyayê de hiqûqekî taybet heye û ev hiqûqa taybet wê her wiha bimîne. Têkiliyê Berlîn û Enqereyê gelekî taybet in, lewma 3 milyon nijadtirk li Almanyayê dijîn.

    Em dixwazin têkiliyên baş bi Tirkiyeyê re deynin

    Li gorî nûçeya beşa tirkî ya DWyê, Anegela Merkel di civîna rojnamevanan de got: "Li Almanyayê her çikas minakên ku entegrasyon negihîşte armancê jî hene, lê em nikarin ji 3 milyon nijadtirkên ku li Almanyayê dijîn encamekê derxînin. Ev ji bo Tirkiyeyê jî wiha ye, li şûna gengeşiyê ez bixwe daxwaza têkiliyên baş dikim û bi vê baweriyê hevdîtinên xwe bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re dimeşînim."

    Bi heman mijarî:

    Merkel careke din bal kişand ser 'peymana penaberan'
    Merkel: Îslam perçeyeke Almanyayê ye
    Merkel: Di derbarê Tirkiyeyê de ez bi fikar im
    Merkel derbarê ewlehiya penaberên ku zivirandibûn Tirkiyayê de daxuyanî da
    Erdogan û Merkel li ser Încîrlîkê li hev nekir
    Etîketan:
    Serokomarê Tirkiyeyê, Serokwezîra Almanyayê, Recep Tayyip Erdogan, Angela Merkel, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de