22:43 12 Kanûn 2017
Zindî
    Howard (Kim Jong-unê sûxte)

    Serokê Koreya Bakur li Rioyê hat dîtin

    © Foto: Instagram / kimjongunlookalike
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di Olîmpiyadên Rioyê yên 2016an de ku li Brezîlyayê didomin kesekî ku pir dişibiya Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un hate dîtin.

    Rio de Janerio - Kesê bi navê Howard ku gelekî dişibe Kim Jong-un ala Koreya Bakur hejand û di nava temaşevanan de bi ken û henek geriya, paşî bi hinek temaşevanan re wêne kişandin û ew wêne li ser hisabê medya civakî yê Instagramê bi navê ‘Mirovê ku dişibe Kim Jong-un' par vekirin.

    Howard bi rengî tevlî gelek çalekiyan bûye û ji sala 2013an ve wekî Serokê Koreya Bakur cil û lîbasên leşkerî li xwe û bi şêweyê wî porê xwe rast dike. Howard di pêşbirkên dûhî de bi hezkiriyên xwe re selfie kişand û kêfxweşiya xwe nîşanî kamerayan da.

     

    Kimê sûxte Howard di axaftina xwe ya rojnamevanan de destekî xwe bilind kir poz da çapemeniyê 3u ragihand ku gelek kesen ku min dibînin şaş dimînin, dibe qey Serokê Koreya Bakur e.

    Bi heman mijarî:

    Koreya Başûr li nêzî sînorê Koreya Bakur tetbîqatek mezin li dar xist
    Koreya Bakur tehdîda “bersiva bêrehm” li Amerîkayê kir
    Tirkiyeyê Koreya Bakur şermezar kir
    Koreya Bakur sê moşekên balîstîk avêtin
    Koreya Bakur dê miameleya “dîlên şerî” li girtiyên amerîkî bike
    Etîketan:
    Serokê Koreya Bakur, Olîmpiyadên Rioyê, Howard, Kim Jong-un, BrezÎly
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de