18:55 21 Hezîran 2018
Yekaterîna Bukîna

Rûsyayê hejmara madalyayên xwe li Rioyê derxist 44an

© REUTERS /
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Di Olîmpiyadên Rioyê yên Brezîlyayê de gulaşvana rûsî Yekaterîna Bukîna bronz û tekvandovan Aleksey Denîsenko jî madalyaya zîv qezenç kir.

Rio de Janerio — Di Olîmpiyadên Rioyê yên Brezîlyayê de gulaşvana rûsî Yekaterîna Bukîna bronz û tekvandovan Aleksey Denîsenko jî madalyaya zîv qezenç kir. Hejmara madalyayên ku Rûsyayê di Olîmpiyadên Rioyê de qezenç kirin bi yên dawî gihîşte 44an. Her çikas bi bahaneya bikaranîna dopîngê tevlîbûna werzîşvanên rûsî ji bo olîmpiyadan hat astengkirin jî werzîşvan her roj hejmara madalyayên ku qezenç dikin zêde dikin.

Gulaşvana rûsî Yekaterîna Bukîna di beşa serbest a 75 kîloyî de reqîba xwe ya kamerunî Annabel Laurê Elî têk bir û madalyaya bronz qezenç kir. Her wiha tekvandovanê rûsî Aleksey Denîsenko jî di beşa 68 kîloyî de reqîbê xwe yê ûrdûnî Ehmed Abughaush bi sqora 10 û 6 têk bir û wî jî madalyaya zîv bi dest xist.

Rûsyayê heta niha di Olîmpiyadên Rioyê de 12 zêr, 15 zîv û 17 jî madalyayên bronz qezenç kirine.

 

 

Bi heman mijarî:

Rûsyayê li Olîmpiyadên Rioyê 2 madalyayên din qezenç kirin
Rûsya, li Rioyê hejmara madalyayên xwe yên zêrîn derxiste 11an
Îsînbayeva: "Yên ku nehiştin ez tevlî Rioyê bibim ez wan tucarî efû nakim"
Rûsya, li Rioyê hejmara madalyayên xwe zêrîn derxiste 9an
Di peşbirkên Olîmpiyadên Rioyê de yekemîn jina Siûdî
Etîketan:
Wezîşvanên rûsî hejmara madalyayên xwe zêde dikin, Olîmpiyadên Rioyê, Aleksey Denîsenko, Yekaterîna Bukîna, Rio de Janerio, Brezîlya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de