08:32 22 Hezîran 2018
Burqa

Almanya jî burqayê qedexe dike

© AFP 2018 / Shah Maral
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Nîqaşên Fransayê ku hinek cil û bergên mayoyî yên tesetûrê ku li hinek herêman qedexe kiribû didome. Dibe Almanya jî qismen cil û bergên tesetûrî burqayê qedexe bike.

Navenda Nûçeyan — Nîqaşên Fransayê ku hinek cil û bergên mayoyî yên tesetûrê ku li hinek herêman qedexe kiribû didome. Wezîrê Navxweyî yê Almanyayê Thomas de Maiziere ragihand ku dibe Almanya jî qismen burqayê qedexe bike.

Piştî hevdîtina bi berpirsên federal re Wezîrê Navxweyî yê Almanyayê Thomas de Maiziere di hevpeyvîna ya kanala ZDFê re ragihand ku burqaya ku hemû rûyê însan digire ne li gorî civaka Almanyayê ye.

Thomas de Maiziere di axaftina xwe de got: "Ji bo ku vê mijarê di çarçoveya hiqûqî de nîqaş bikin me li hev kir. Ji bo jiyana vê civakê divê herkes rûyê xwe li cihên avahiyên hikumetê, dibistan, zanîngeh, dadgeh û li cihên xizmetên sivîl veke."

Fransayê di sala 2011an de û Hollandayê jî sala borî li qadên gelemperî, dibistan û li nexweşxaneyan lixwekirina burqayê qedexe kiribû.

Bi heman mijarî:

Almanya:Ji bo serbestiya vîzeyê riyeke pir dirêj li ber Tirkiyeyê heye
Almanya Tirkiyê bi piştgiriya terorê sûcdar dike
Almanya bo Helebê pêşniyariya korîdora hewayî kir
Almanya: Divê rêgezên dewleta hiqûqê neyên binpêkirin
Almanya: "Welatê ku cezayê îdamê lê hebe nikare têkeve YEyê"
Etîketan:
Almanya jî lixwekirina burqayê qedexe dike, Wezîrê Navxweyî yê Almanyayê, Thomas De Maiziere, Almanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de