15:10 23 Hezîran 2018
John Kirby

DYA ji bo doza li hember Demîrtaş bi fikar e

© AP Photo / Manuel Balce Ceneta
Cîhan
Lînkê kurt
0 10

Berdevkê Wezareta Karê Derve yê DYAyê John Kirby ji bo doza derbarê Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş de got ku ew bûyerê dişopînin û bifikar in.

Washington — Kirby di civîna xwe ya rojane de li ser pirsa derbarê doza ji bo Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş de hatiye vekirin wiha axivî: "Em bifikarin ku li Tirkiyê lêpirsîna adil ji bo sînorkirina axavtinên siyasî û azadiya fik û raman bi awayekî êrîşkar bê bikaranîn."

Kirby herwiha diyar kir ku wan her wext piştevaniya azadiya fikr û raman ê kirine û wê her bikin jî. Dîsa wê li hemberî her cûre gavên zirarê dide vê azadiyê derkevin.

Derbarê Selahattin Demirtaş û parlamenterê HDPê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder doz hatibû vekirin û 5 sal cezayê girtîgehê hatibû xwestin.

Bi heman mijarî:

Ji bo Demîrtaş û Yuksekdag dozeke din hate vekirin
Demîrtaş ji ber daxuyaniya xwe ya derbarê teqîna Pirsûsê dê tezmînatê bide Erdogan
5 sal ji bo Demirtaş û Onderî hatin xwestin
Ji bo Figen Yuksekdag 15 sal ceza hate xwestin
Etîketan:
Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê, HDP, Sirri Sureya Onder, Selahattin Demirtaş, John Kirby, Washington
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de