10:19 13 Kanûn 2017
Zindî
    Berdevkê Konseya Ewlehiyê ya Amerîkayê Ned Price

    Amerîkayê êrîşên PKKê şermezar kirin

    © Foto
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Berdevkê Konseya Ewlehiyê ya Netewiya Amerîkayê Ned Price di derbarê êrîşên dawiyê yên PKKê de daxuyand ku piştgiriya wan a ji bo Tirkiyeya hevkarê wan ê ku bi van êrîşên PKKê bi awayekî xurt hejiya, wê dewam bike.

    Navenda Nûçeyan — Berdevkê Amerîkayî Price li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek belav kir û di wê peyama xwe de diyar kir ku ew êrîşên PKKê yên li bajarên Kurdan şermezar dikin û dest nîşan kir ku piştgiriya wan a ji bo Tirkiyeya hevkarê wan ê ku bi êrîşên PKKê bi awayekî xurt hejiya, wê dewam bike.

    Price di heman demê de da zanîn ku ew bi rayedarên Tirk re xwediyê têkiliyên xurt in û ji bo têkoşîna li dijî texrîbatên ku PKKê dane Tirkiyeyê wê hevkariya xwe bi Tirkiyeyê dewam bikin.

    Herwiha Ned Price bibîrxist ku Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Bîden jî wê hefteya pêş me serdana Enqereyê bike.

    Bi heman mijarî:

    Li Bedlîsê teqîn: 6 leşker û cerdevanek mirin 7 leşker jî birîndar bûn
    HAT NÛKIRIN-Li Wanê teqîn: 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 40 kes birîndar bûn
    Li Mêrdînê teqîn: 4 zarok 6 kes birîndar bûn
    Li Wanê teqîn û şer
    Etîketan:
    şermezarkirin, peyam, daxuyanî, Berdevkê Konseya Ewlehiyê ya Amerîkayê, Cîgirê Serokê Amerîkayê, Twitter, ned price, Joe Biden, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de