20:05 11 Kanûn 2017
Zindî
    Twitter

    Twitterê 235 hezar hesab bloke kirin

    © Flickr/ Pixabay
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Twitterê di daxuyaniya xwe ragihand ku di çarçoveya 'têkoşîna li dijî terorê' de wan 235 hezar hesab girtine. Lê ev şîrket tevî propaganda olî ya tund, her wiha hesabên mûxalîfên li gelek welatan jî digire.

    Navenda Nûçeyan — Ji sala 2014an dema zêdebûna tevlîbûna li nava terorîstên tund ên mîna DAIŞê û vir ve, tê îdîakirin ku li dijî propaganda bi rêya tora medya civakî tên kirin, tedbîr hatine zêdekirin.

    Şîrketa Twîtter a Amerîkayê daxuyaniyek da û ragihand ku di sala 2015an de 235 hezar hesabên hatine tespîtkirin ku 'pesnê çalakiyên terorê didin', yan jî propaganda çalakiyên şîdetê dikin hatine blokekirin. Di daxuyaniya şîrketê de hat gotin ku ji Tîrmeha 2015an û vir ve hesabên 360 hezar kesî ji ber heman sedeman hatine girtin.

    Di daxuyaniyê de hat îdîakirin ku bi blokekirina van hesaban re 'di têkoşîna li dijî propaganda terorê de encamên girîng bi dest ketine'. Li gorî daxuyaniya Twîtterê, rêjeya hesabên hatine girtin, li gorî par ji sedî 80 zêde bûye. Lê di daxuyaniyê de nayê eşkerekirin bê hesabên propaganda kîjan rêxistin an jî komê dike hatine girtin.

    Bi heman mijarî:

    Hesabên Twitterê yên DBPê û KCD hatin astengkirin
    Hesabên Twitterê yên medyaya kurd hatin astengkirin
    Xwediyê hesabê faşist ya twitterê qeymeqamê Beytûşebabê derket!
    Euronewsê li ser twitterê henekê xwe bi Davutoglu kir
    Di Twitterê de parvekirina peyamên nijadperestî dibe sûc
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Twitterê bi sed hazaran hisab bloke kirin, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de