11:57 27 Nîsan 2018
    Jetên Rûsî

    Bihewaketina jetên rûsî yên ji baregehên Îranê bo DYAyê ne bû 'surpîz'

    © Foto : RT
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Wezareta Karên Derve yê DYAyê Mark Toner, bikaranîna baregeha îranî ya Rûsyayê wek bûyereke 'bedbext' şirove kir û diyar kir ku ew yek bo DYAyê nebû surpîz.

    Navenda nûçeyan —  Toner di kurtedaxuyaniya xwe ya nivîskî de derbarê firîna balafirên rûsî yên ji baregehên Îranê de got: 'Ev gavek bedbext bû lê ev bo me nebû surpîz lewra haya me ji vê yekê hebû.  Dema ku mirov ji derve dinêre mirov dibeje qey Rûsya li El Nûsra û DAIŞê dide lê di rastiyê de dijber jî bûne hedefa jetên rûsî. '

    Ji aliyê din ve Toner eşkere kir ku bikaranîna baregehên Îranê wê li pêşiya hevkariya DYA û Rûsyayê ya di mijara têkoşîna li dijî komên cîhadîst de nebe asteng.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya, li Rioyê hejmara madalyayên xwe yên zêrîn derxiste 11an
    Hecma bazirganiya Rûsya û Tirkiyeyê ji sedî 40î zêdetir kêm bû
    Rûsya û Ermenîstan peymana ‘Yekîtiya leşkerî' îmze dikin
    Rûsya: "Jetên rûsî ku li Sûriyeyê milîtan bombebaran kirin ji Îranê rabûn"
    Rûsya: Li Sûriyeyê 13 herêmên din beşdarî agirbestê bûn
    Etîketan:
    şer, jetên rûsî, daiş, el nûsra, mark toner, rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de