17:12 19 Mijdar 2017
Zindî
    Demokratik Kongo Cumhuriyeti'nde bir cenaze töreni

    Qetlîam li Kongoya Demokratîk: Herî kêm 45 mirî

    © AFP 2017/ KUDRA MALIRO
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 801

    Serokomarê Kongoya Demokratîk Joseph Kabîla daxuyand kul i rojhilatê welatê wan di qetlîamên li bajarê Benî de herî kêm 45 kesan jiyana xwe ji dest da.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên ajansa nûçeyan a Xînhuayê Şaredarê bajêr Nyonyî Bwanakawa jî hejmara miriyan piştrast kiriye û Serokomar jî aniye ziman ku tiştên ku qewimîn ji êrîşên terorî yên ku li cihên din ên cîhanê pêk tên, ne cuda ne.

    Li gorî agahiyên çapemeniya herêmî jî Serokomar Kabîla daxuyandiye ku tu cudahiya êrîşa terorê ya li rojhilatê welêt qewimiye, ji yên li Malî, Fransa, Somalî û cihên din tune ye.

    Berdevkê Hikumetê Mak Hazukay jî diyar kir ku ew difikirin ku Hêzên Demokratîk ên Yekbûyî ev êrîş pêk anîbin.

    Bi heman mijarî:

    Li Nîjeryayê qetlîam: 300 mirî
    Wezîrê Siûdî: 'Ji vê qetlîamê Hecî berpirsyarin'
    Qezayeke wekî qetlîamê: 13 mirî
    Etîketan:
    herî kêm, mirî, êrîş, qetlîam, Berdevkê Hikumetê, Serokomarê Kongoya Demokratîk, Joseph Kabîla, Nvonyî Bwanaka, Mak Hazukay, Kongoya Demokratîk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de