10:30 24 Hezîran 2018
boko haram

Boko Haramê vîdeoya keçên Çibokê yên revandî belav kir

© AP Photo/ Sunday Alamba
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Di vîdeoyekê de ku li ser Boko Haramê hatiye weşandin ku tê de milîtanekî ku dixwaze milîtanên girtî bên berdan, derdikeve ku 50 keçên xwendekar ên navçeya Çibokê li dû wî disekinin.

Navenda Nûçeyan — Rêxistina îslamîst ya Boko Heramê ku berî du salan 50 keçên xwendekar ji navçeya Çibokê ya Nîjeryayê revandibûn, vîdeoyeke nû weşand ku ew keç jî tê de derdikevin.

Di vîdeoyê de milîtanek derdikeve û dibêje li beramberî berdana 50 keçên li dû wî yên serî girêdayî, ew dixwazin ku milîtanên wan ên girtî werin berdan.

"DIVÊ MALBATÊN ME BI WÊREKÎ TEVBIGERIN Û BI HIKÛMETÊ RE BIAXIVIN"

Ew milîtan di vîdeoyê de bi keçikekê ku tê gotin, navê wê Maîde Yaqûbû ye û ji navçeya Çibokê ye re hevpeyvînekê çêdike. Keçik dibêje: "Divê malbatên me bi wêrekî tevbigerin û bi hikûmetê re biaxivin ta ku em bên berdan".

PIŞTÎ REVANDINA KEÇAN, SÊ CARAN VÎDEO WEŞANDIN

Ev vîdeoy ya sisiyan e ku piştî revandina keçan tê weşandin.

Boko Heramê di sala 2014an de 276 keç revandibûn. Tê texmînkirin ku 219 keç hîn di destê rêxistinê de ne. Herwiha hinek keçên karî birevin got ku hinek ji wan keçên girtî bûne misilman û hinek jî bi zorê bi milîtanan re hatine zewicandin.

Bi heman mijarî:

Boko Haramê êrîş bir ser konvoya NYyê
Li Nîjerê Boko Haramê êrîş kir: 32 mirî, 70 birîndar
5 Boko Haramî hatin kuştin û 248 kesên dîl hatin azad kirin
Artêşa Nîjeryayê: 97 jin û zarok ji Boko Haramê hatin xilaskirin
Keçeke ‘Çîbokî' ji destê Boko Haramê hate rizgarkirin!
Teroristên Boko Haramê 11 kes qetil kirin
Etîketan:
revandina keçan, keç, boko haram, Maîde Yaqûbû, Çibok, Nîjerya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de