00:57 19 Sibat 2018
Zindî
    Cemil Bayik

    Cemîl Bayik: Divê kurd yekîtiya xwe ya netewî çêbikin

    © AFP 2018/ BULENT KILIC
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 11

    Hevserokê KCKê Cemîl Bayik got ku, di dîrokê de weke îro fersend ji bo kurdan çênebûye û banga lidarxistina kongreya netewî kir. Bayik diyar kir ku wê rojên pêş bêhtir bi şid derbas bibe.

    Navenda Nûçeyan — Hevserokê KCKê Cemîl Bayik piştî civata giştî ya Kongra-Gel, derbarê encamên civatê de axivî. Li gorî nûçeya ANFê, Bayik van rojan, rojên ne asayî dirinxîne û diyar kiriye ku rojên pêş wê li gorî van rojan bêhtir bi şid derbas bibin.

    Bayik herwiha balkişand ser nîqaşên yekîtiya kurdan û got: "Di dîrokê de fersendeke weke ya îro ji bo kurdan çênebûye. Heke ku em van derfet û fersendan bi awayekî rast bigirin dest, em dikarin ne tenê li Kurdistanê li tevahiya Rojhilata Navîn şoreşê pêk bînin. Ev ne tenê teorî ye, her wiha rastiye. Di pratîkê de ev rastiyeke ku derketiye pêş û wê pêş jî bikeve. Ji bo ku vê fersenda dîrokî ya derketiye pêşberî wan binirxînin, divê kurd yekîtiya xwe ya netewî pêkbînin. Ji bo wê kombûna kongreya netewî gelekî girîng e."

    Bayik destnîşan kir ku heke kongreya netewî pêk bê we kurd û hêzên siyasî bi serkevin. Cemîl Bayik herwiha bang li hêzên navdewletî kir ku Tevgera Azadiyê û Abdullah Ocalan nas bikin.

    Bi heman mijarî:

    KCK: Yên jiyanê li me bikin dojeh em ê jî jiyanê li wan bikin dojeh
    KCK: Êrişa li ser Şengalê, destkeftiyên kurdan en li Başûr û Rojava hedef girtibû
    KCK ji bo teqîna li Qamişloyê: Li hemberî kurdan ‘Enfalên' nû di rojevê de ne
    KCK: Ji ber polîtîkayên antidemokratik ên AKPê hewldana derbeyê çêbû
    KCK: Destê AKPê di êrişên DAIŞê yên li Ewrûpayê de heye
    Etîketan:
    Yekîtiya kurdan, Kongreya Netewî, Kongra-Gel, KCK, Cemil Bayik, Abdullah Ocalan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de