16:31 20 Sibat 2018
Zindî
    Li bajarê Yemenê  Aden Depoya cebilxaneyê teqiya, Adar  28, 2015

    Hêzên hevpeymanî li Yemenê li depoya çekan a Hûsiyan dan

    © REUTERS/ Nabeel Quaiti
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hêzên Hevpeymaniyê yên di serkêşiya Erebistana Siûdiyê de li bajarê Haccayê, li depoya çekan a Hûsiyan dan.

    Navenda Nûçeyan — Hate ragihandin ku li Yemenê hêzên hevpeymanê, li bajarê Haccayê depoya çekan a Hûsiyan hedef girtine.

    Li gorî daxuyaniya Navenda Enformasyonê ya 5emîn Herêma Leşkerî, di encama du êrîşên hewayî yên hêzên hevpeymaniyê li bajarê Haradê kirine, depoyek Hûsiyan a ku moşekên termak û tang têdebûn hatine rûxandin.

    LI AVAHIYA POSTEXANEYÊ DAN

    Herwiha hate diyarkirin ku hêzên hevpeymanê li bajarê Haccayê nêzîkî Newala Bin Abdullahê, êrîş birine ser ciyên Hûsiyan û alîgirên serokê xistî Ali Abdullah Salih. Li Herêma Mîdî yê jî avahiya postexaneyekê hatiye hedefgirtin ku alîgirên Salih û Hûsiyan jixwe re weke baregeh bikar dianîn.

    Li gelek deverên Yemenê, ji destpêka sala 2015ê û heta niha di navbera hêzên hikûmetê û alîgirên Salih û Hûsiyan de şerên giran diqewimin. Hevpeymana bi serkêşiya Erebistana Siûdiyê jî zêdetirî salekê ye, li Yemenê li hemberî alîgirên Salih û Hûsiyan, piştgiriya hêzên hikûmetê dikin.

    Bi heman mijarî:

    Li Yemenê êrişa xwekujî: 6 kes mirin 10 kes jî birîndar bûn
    Li Yemenê şer û pevçûn: 32 kuştî û bi dehan birîndar
    Li Yemenê 4 êrişên xwekujî: 42 kuştî û bi dehan birîndar
    DAIŞê berpirsyariya xwe li ser teqînên Yemenê ragihand
    Li Yemenê şer: Herî kêm 33 kuştî
    Etîketan:
    hêzên hevpeymanê, Hûsî, Hikûmeta Yemenê, Navenda Enformasyonê ya 5emîn Herêma Leşkerî, Ali Abdullah Salih, Herêma Mîdî, Newala Bin Abdullah, Hacca, Harad, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de