00:04 22 Sibat 2018
Zindî
    Leşkerên derbekar ên ku reviyabûn Yûnanîstanê

    Derbekaran ji Çipras xwestin ku wan nede Erdogan

    © REUTERS/ Antonis Pasvantis
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Leşkerên derbekar ên ku piştî hewldana derbeyê bi helîkopterê reviyan Yewnanîstanê ji Serokwezîrê Yewnanîstanê Aleksis Çipras xwestin ku daxwaza wan a penaberiya siyasî qebûl bike. Hate îdiakirin ku derbekaran gotiye; "Heke ku em bên îadekirin wê cara pêşîn cezayê darvekirinê ji bo me bê pêkanîn."

    Navenda Nûçeyan — Piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê bi rojekê 2 jê serdar, 4 jê serpel bi giştî 8 leşker bi helîkoptereke leşkerî reviyabûn bajarê Dedeağaçê (Aleksandrupolis) yê Yewnanîstanê. Hate îdiakirin ku leşkeran ji Serokwezîrê Yewnanîstanê Aleksis Çipras daxwaza penaberiya siyasî kirine û gotine ku heke ew radestî Tirkiyê bên kirin, wê cezayê darvekirinê pêşîn ji bo wan bê pêkanîn.

    Leşkerên derbekar ji rojnameya Dimokratia re axivîn û nirxandinên wan bi manşeta "Biwijdan bin. Me nedin Erdogan' hate weşandin. Li gorî nûçeya Yorgo Kirbakî di rojnameya Hurriyetê de weşandiye, leşkerên derbekar wê di navbera 19 û 25ê Tebaxê de li Atînayê derbarê serdana penaberiyê de îfadeyê bidin Komisyona Penaberiyê. Leşkeran îdiayên di çapemeniya tirk de derketine û dibêjin ku ‘Bi sîxurê CIAyê re reviyan e' qebûl nekirin. Gotine ku ‘Di helîkopterê de tenê em hebûn. Tekez kesê 9emîn tunebû."

    Medyaya Yewnan got ku heke serdana wan a penaberiyê neyê qebûlkirin, leşker ji bo radestkirina Tirkiyê biderengî bixin wê serdana Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bikin.

    Bi heman mijarî:

    Jangland: "Derbekar bi ser ketibûna wê endamtiya Tirkiyeyê bihata cemidandin"
    Leşkerê derbekar li Baregeha Sererkaniyê xwe kuşt
    Ji Çavuşoglu bo leşkerên derbekar ku reviyabûn Yûnanîstanê daxuyanî
    Derbekaran li Baregeha Akinciyê prova kiriye
    Rêxistina Efû ya Navneteweyî ji bo derbekaran pereyan kom dike
    Etîketan:
    cezayê darvekirinê, penaberî, leşkerên derbekar, rojnameya Dimokratia, Komîsyona Penaberiya Yewnanîstanê, DMME, CIA, Yorgo Kirbarî, Recep Tayyip Erdogan, Aleksis Çipras, Aleksandrupolis, Dedeağaç, Atîna, Yewnanîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de