16:36 25 Hezîran 2018
polîsên DYAyê

Li DYAyê melayek piştî nimêjê hate kuştin

© AFP 2018 / Mandel Ngan
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Li New Yorkê melayekî bangladeşî di dema ji nimêja nîvro vedigeriya bi guleberdana serî wê re hate kuştin.

New York — Hate ragihandin ku li bajarê New Workê yê Amerîkayê melayekî ku ji nimêja nîvro vedigeriya mala xwe rastî êrîşeke çekdarî hat û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Kesekî il ba wî jî bi giranî birîndar bû.

MELE LI NEXWEŞXANEYÊ JIYANA XWE JI DEST DA

Li gorî zanyariyan Melayê bangladeşî ku li bajarê New Yorkê li herêma Queensê di mizgefta Al-Furqan Jameyê de li pêşiya cemaetê nimêj dikir û navê wî nehate diyarkirin, piştî derketina ji mizgeftê rastî êrîşeke çekdarî ya kesekî Hîspanîk hat. Kesê êrîşkar gule bera serê mela û kesekî bi wî re bû da. Her du birîndar jî rakirin nexweşxaneyê lê mela jiyana xwe ji dest da. Kesê din jî bi giranî birîndar e.

‘BANDORA GOTINÊN TRUMP BÛ SEDEM'

Li gorî nûçeyên di medyaya New York ê de hatine belavkirin, piştî bûyerê komeke Misilman li herêmê kom bûn û îdiakirin ku mela ji ber baweriya xwe rastî êrîşê hatiye. Herwiha komê balkişandiye ser gotinên namzetê serokatiya DYAyê Donald Trump û gotin ku ev gotinên Trump dibe sedema van bûyeran.

Polîsê New Yorkê ji bo girtina êrîşker dest bi xebatê kir û herwiha di lêpirsînê de ye ku gelo bûyer di çarçoveya sûcên nefterê de ye an na.

Bi heman mijarî:

Donald Trump bi awayekî fermî bû namzedê komarparêzan
Donald Trump pesnê Sedam Huseyîn da
DAIŞê bi vîdyoya Donald Trump banga cîhadê kir
Pisporê amerîkî: ‘Serkeftina Donald Trump di berjewendiya kurdan de ye'
Donald Trump: Tirkiye ji bo petrolê piştgiriya DAIŞê dike
Donald Trump, piştgirî da operasyonên Rûsyayê yên ser DAIŞê
Etîketan:
hîspanîk, êrîş, bangladeşî, mela, misilman, Donald Trump, Mizgefta Al-Furqan Jameyê, New York, DYA
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de