06:55 22 Hezîran 2018
Hewldan - teşebus - derbe - leşker

Hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê di sîteya fermî yê CIAyê de cih girt

© AP Photo/ EMRAH GUREL
Cîhan
Lînkê kurt
0 10

Hewldana derbeya leşkeri ya di 15ê Tîrmehê de ku li Tirkiyayê pêk hat, ket sîteya fermî ya CIA yê.

Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya ku rojnameya Hurriyetê ya tirk de cih girt; di rûpela The World Factbook ku ji aliye CIAyê ve hate amadekirin de agahiyên serenavên wek erdnîgariya welatan, aborî, polîtîkayên enerjî, dîrok û civakî cih digirin.

CIA, di bin serenava Tirkiyayê de agahiyên wiha parve kir:

‘Hin kesên din av Artêşa Tirkiyayê de şeva 15ê Tîrmehê de li bajarê Stenbol û Enqereyê dijî pergala parastinê û cihên girîng hewldana derbeyê pêk anîtin. Li servê yekê welatiyên sivîl li hemberî leşkerên derbexwaz daketin kolanan û nêzî 300 kesan jiyana xwe ji dest dan 2 hezarî zêdetir kes jî birîndar bûn. Piştre rayedarên hikûmeta tirk di serî de di artêşê de gelek kes hatin girtin, bi hezaran dadwer, dozger, rojnamevan hatin girtin, bi hezaran xebatkarên perwerdehiyê bi hinceta têkiliya wan bi hewldana derbeyê heye ji kar hatin dûrxistin. Hikûmet derbexwazan bi Rêxistina Civakî ya Îslamiya yê Navneteweyî ku wek rêxistina terorîst binav kir yê Rêxistina Gulen girêdayîne sucdar dike.'

Ev beş di 9ê Tebaxê de hatiye nûkirin.

Bi heman mijarî:

Bahçelî: "Heke li pişt derbeya leşkerî CIA û Pentagon hebe"
Rayedarê CIAyê berê: ‘Em rûsan û îraniyan bikujin'
‘Serokê berê yê CIAyê Graham Fuller di 15ê Tîrmehê de li Stenbolê bû'
Parlamenterê rûsî: "Gulen ji CIAyê re dixebite"
Dîmenên sixûrên CIAyê yên li Moskovayê hatin weşandin
Etîketan:
kuştî, sivîl, pergal, leşkerî, derbe, hewldan, parvekirin, fermî, sîte, Rêxistina Îstîxbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA), Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de