20:18 23 Nîsan 2018
    ABD'nin Maryland eyaletinde bir apartmanda şiddetli patlama ve yangın meydana geldi

    Li Amerîkayê di avahiyekê de teqîn pêkhat

    Washington Post
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Li Amerîkayê di avahiyeke nêzîkê Washingtonê de teqînek pêk hat û di encama teqînê de agir bi avahiyê ket. Hat ragihandin ku piştî teqîn û şewatê herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest daye, 31 kes jî birîndar bûye.

    Navenda Nûçeyan — Hat diyar kirin ku li Silver Spring a di nava sînorên eyaleta Marylandê de di derengiya şevê de di avahiyekê de teqînek pêk hatiye û paşê agir bi avahiyê ketiye. Hat gotin ku teqîn bi dengekî bilind pêk hatiye û ji 2 kîlomitro dûr ve hatiye bihîstin.

    Ji aliyê rayedaran ve pêşiyê hat daxuyandin ku 5 kes wenda ye û bi dehan kes jî birîndar in lê paşê hat daxuyandin ku di teqînê de herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 31 kes jî birîndar in. Herwiha rayedaran dest nîşan kirin ku xebatên lêgerînê dewam dikin.

    Heta niha jî sedema teqîn û şewatê nehatiye zanîn.

    Bi heman mijarî:

    Teqîn li Bexdayê: Yek kuştî û 5 birîndar
    Li Îranê teqîn
    Li Almanyayê nêzîkî navenda pêşwazîya penaberan teqîn pêk hat
    Li Central Parka New Yorkê teqîn
    Etîketan:
    avahî, jiyana xwe ji dest dan, birîndar, şewat, teqîn, Eyaleta Marylandê, Silver Sing, Maryland, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de