22:28 22 Gulan 2018
    şahbanûya danîmarka- Margrethe a II.

    Şahbanûya Danîmarka serdana xwe ya Tirkiye betal kir: Tirkiye ne bi ewle ye

    © AFP 2018/ Christine Olsson
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şahbanûya Danîmarkayê Margrethe a II. , serdana xwe ya Tirkiyeyê bi sedemên ewlehiyê betal kir.

    Navenda nûçeyan —  Margrethe a II., di navbera rojên 17 û 19ê Tebaxê de plan dikir ku were Tirkiye. Pispora berê ya îstîxbaratê û şêwirmenda ewlehiyê ya şahbanûyê Stiig Wever, daxuyand ku di rewşa niha ya Tirkiyeyê de ew nikarin ewlehiya şahbanûyê bi awayekî baş temin bikin.Lewma jî serdana şahbnûyê ya bo Tirkiyeyê betal kirine.
    Herwiha Partiya Lîberal ya desthilat ya Danîmarkayê rojên borî xwestibû ku muzakereyên endamtiya Yekitiya Ewrûpayê yên Tirkiye bi lez û bez bên rawestandin. Sedema vê daxwaza xwe jî wek ‘hewldanên antîdemokrat' û ‘desteka îdamê' yê Serokkomar Tayîp Erdogan eşkere kiribû.

    ‘DEMA KU MERCÊN HEWCE AVA BIBIN, DÊ SERDAN JÎ PÊK BÊ'

    Wezareta Karên Derve yê Tirkiye Kristian Jensen, betalkirina serdana şahbanûyê wek ‘ ‘rewşeke xembar' şirove kir û diyar kir ku dema mercên hewce ava bibin, dê serdan dîsa bê sazkirin û şahbanû here Tirkiyeyê.

    Bi heman mijarî:

    Danîmarka: "Bila YEyê mûzakereyên Tirkiyeyê bi dawî bike"
    Li Elmanya, Danîmarka û Awûstûryayê kurdan dewleta tirk şermezar kirin
    Danîmarka: 'Em ê hêzeke leşkerî bişînin Kurdistanê'
    Xwekujek li navenda penaberan a Danîmarkayê
    Li dijî encamên hilbijartinê yên li Danîmarkayê îtiraz hat kirin
    Etîketan:
    antîdemokrat, şahbanûya danîmarkayê, pirsgirêka ewlehiyê, hewldana derbeyê, dîktatorî, ewlehî, Stiig Wever, Margrethe a II, tayîp erdogan, Kristian Jensen, danîmarka, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de