15:49 20 Hezîran 2018
Recep Tayyip Erdogan

Rêxistina Efû ya Navneteweyî ji bo derbekaran pereyan kom dike

© REUTERS / Christian Hartmann
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Şaxa Rêxistina Efû ya Navneteweyî li Avusturyayê ji bo piştgirîdayîna derbekarên Tirkiyeyê ji hemû endamên xwe re name şandin û daxwaza alîkariyê ji wan kir.

Navenda Nûçeyan — Şaxa Rêxistina Efû ya Navneteweyî li Avusturyayê ji bo piştgirîdayîna derbekarên Tirkiyeyê ji hemû endamên xwe re name şandin û daxwaza alîkariyê ji wan kir. Rêxistinê di nameya xwe ya ku ji komele û malan re şandibû de daxuyaniyeke bi sernavê ‘li

Tirkiyeyê mafên însanî di bin tehdîdê de ye' derket. Her wiha di daxuyaniyê de tê gotin ku li Tirkiyeyê mafên însanî tê binpêkirin, derbekar û endamên rêxistina FETOyê mexdûr dibin.

Di nameya Rêxistina Efû ya Navneteweyî de ku ji endamên xwe re şandiye de hevokên dijberiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî cih digirin û ji bo derbekaran daxwaza alîkariya aborî tê kirin.

Di nameyê de tê gotin: "Niha ji her demê zêdetir pêwistiya me bi alîkariya we ya aborî heye. Her Euro jî pir girîng e. Em ê bi deng hêz û alîkariya we xurt bibin û îxlalên mafên însanî yên hikumeta Tirkiyeyê di civaka navneteweyî de bidin darizandin. Bi taybetî ji bo rawestandina şideta kesên binçavkirî. Ji kerema xwe, bi me re însanên Tirkiyeyê û mafên wan biparêzin.

Bi heman mijarî:

Rojeva Pûtîn û Erdogan a li St. Petersburgê eşkere bû
Erdogan: Riya YPGê û FETOyê li gelek deran digihêje hev
Erdogan: Me piştgirî da wan
Erdogan: Ji bo çi piştgiriya PYDê tê kirin, ji bo çi el Nûsra teror e
Serokwezîrê Îtalyayê bi tundî bersiva Erdogan da
Etîketan:
FETO/PDY, Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Şaxa Rêxistina Efû ya Navneteweyî li Avusturyayê, Recep Tayyip Erdogan, Avusturya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de