12:25 19 Tebax 2017
Zindî
    ABD polisi

    Li Amerîkayê polîsek bi piştgiriya DAIŞê hat sûcdar kirin

    © AP Photo/ Jeff Roberson
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Li Amerîkayê cara yekem e ku endamekî emniyetê bi terorê hat sûcdar kirin. Nîcholas Young ê 36 salî yê kul i Washingtonê li metroyê peywirdar bû, ji ber piştgiriya madî ya ji bo DAIŞê hat girtin.

    Navenda Nûçeyan — Berdevkê FBIyê Andrew Ames diyar kir ku Young polîsê yekem e ku wê li gorî qanûnên terorî were darizandin û hat gotin ku Young ê ku ev 13 sal in polîs e, di dema Qeddafî de li Lîbyayê dima.

    Hat ragihandin ku Young di sala 2012a de di êrîşa xwekujiyê ya li paytexta Amerîkayê de alîkariya kiryarê êrîşê kiriye. Li gel vê yekê parêzerê Young Joshua Stueve parast ku miwekîlê wî ji bo sîstema metroyê ne talûke ye.

    ​Herwiha Midurê Giştî yê Metroyê Paul Wiedefeld jî anî ziman ku tawanbariyên li hemberî Young ji berk u dibe sedema aciziyê, ew ji peywira xwe ya li metroyê hatiye avêtin.

    Bi heman mijarî:

    Êrîş li ser baregeha Amerîkayê hat kirin
    Li Amerîkayê li dijî malbatekê êrîş: 7 kuştî
    Êrîş li baregeha leşkerî ya Amerîkayê hat kirin
    Etîketan:
    teror, piştgirî, DAIŞ, Berdevkê FBIyê, muammer qeddafî, Paul Wiedefeld, Andrew Ames, Nîcholas Young, Washington, Libya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de