06:25 19 Tebax 2017
Zindî
    Julian Assange

    Assange: Nûçeya NBCyê, ji bo biserketina hewldana derbeyê hat bikaranîn

    © AP Photo/ Kirsty Wigglesworth
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Damezrînerê Wîkîleaksê Julîan Assange bibîrxist ku di dema hewldana derbeyê de NBCyê bi nûçeyekê îdiakiribû ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan reviyaye Almanyayê û da zanîn ku ev nûçeya tê wateya piştgiriê ji bo generalên derbekaran.

    Navenda Nûçeyan — Assange li Londonê ji bo televîzyona RTyê axivî û got "NBCyê wek çavkaniya nûçeyê çavkaniyên leşkerî yên Amerîkayê nîşan dan û li hemû cîhanê ev nûçeya ji bo hewldana derbeyê ya li Tirkiyeyê biser keve, hat bikar anîn. Ji ber ku serokek ji welatê xwe reviyabe, ev tê wê wateya wendakirin a kontrolê"

    Damezrînerê Wîkîleaksê Assange li ser bandora vê nûçeya NBCyê ya di navbera Tirkiye û NATOyê de jî got "Bi ya min wê hinek hikumet têkevin tengasiyê. Ji berk u ew derbeya karekî pir cidî bû, bi sedan însan mirin û piştî hewldana derbeyê bi sed hezaran însa di operasyonan an hatin desteserkirin an jî kar hatin avêtin."

    Bi heman mijarî:

    RT bû yekem û çû pêşiya BBC, The Newyork Times, NBC û ABCyê
    Amerîkayê piştî hewldana derbeyê serdana Încîrlikê kir
    Balyozê Brîtanya: "Ji hewldana derbeyê gruba Gulen berpirsyar e"
    Etîketan:
    bikaranîn, nûçe, hewldana derbeyê, WikiLeaks, NBC NEWS, Julian Assange, Recep Tayîp Erdogan, Almanya, Tirkiye, Amerîka, London
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de