01:33 20 Tebax 2017
Zindî
    komkeştiya Japonyayê - Fîloya Japonyayê

    Pirtûka Spî ya Japonyayê Çîn hêrs kir

    © Sputnik/ Alexei Danichev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Pirtûka Spî ya Hikûmeta Japonyayê nû amade kiriye ku hêmanên serekî yên polîtkaya Japonyayê, tehdîdên neteweyî, navneteweyî, metodên têkoşîna li dijî wan û stratejiya neteweyî diyar dike, Çîn wek welatekî “acizker” bi nav kir.

    Navenda Nûçeyan — Pirtûkê bal kişand ser pêşveçûnên li deryaya Çîna Rojhilatî û ya Çîna Başûrî, û Pekîn wek yek ji paytexetên acizker destnîşan kir. Herwiha hat diyarkirin ku piştguhkirina Çînê ji hiqûqa navdewletî re dê encamên nayên payîn bide.

    PEKÎNÊ BERTEK NÎŞAN DA
    Berdevkê Wezareta Parastina Çînê Wu Qianî bertek nîşanî Pirtûka Spî da û got ku Japonya dixwaze meseleya Deryaya Çîna Başûrî tev bide ta ku menfeetê bi dest bixîne. Berdevkê çînî diyar kir ku hinek welat piştgiriyê didin vê kiryara Japonyayê ta ku aştî û istiqrara herêmê xerab bikin.

    "JAPONYA, RÛSYAYÊ WEK TEHDÎD NABÎNE"

    Pispora Japonyayê ya rûs Kristina Voda bi Sputnikê re axivî û diyar kir ku Tokyo Rûsyayê wek tehdîd nabîne.

    "Di pirtûkê de, karên Rûsyayê li Ûkraynayê wek kêşeyeke cîhanî hat dîtin û ev kêşe Asya di nav de, dê bandorê li tevahiya civata navdewletî bike. Li gel zehmetiyên aborî jî Rûsya hewl dide hêza xwe ya leşkerî zêde bike û bal hat kişandin ser wê ku ew êdî li Asya û Pasîfîk jî tê de, tetbîqatan pêk tîne" û Vodayê got ku Rûsya ji bo demeke dirêj wek tehdîd nehatiye destnîşankirin.

    KOREYA BAKUR WEK TEHDÎD HAT DESTNÎŞANKIRIN

    Ji aliyekî din ve, birêveberiya Pyongyangê ku gelek tetbîqatên moşekan pêk tîne, bi tundî hat rexnekirin û wek tehdîd hat destnîşankirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Japonya dikele
    Japonya ji ber Koreya Bakur ket rewşa amadebaşiyê
    Japonya li Herêma Kurdistanê konsolxaneyê vedike
    Japonya: ‘Em poşmanin ku me enerjiya nûleerî pêşniyarî Erdogan kir'
    Rûsya û Japonya ji bo Koreya Bakûr dicivin
    Japonya: 'Em ê li Kurdistanê konsulxaneyekê vekin'
    Japonya: Em bi projeyên girîng hatin Kurdistanê
    Etîketan:
    têkiliyên Japonya û Rûsyayê, Kristina Voda, Asya, Ûkrayna, Rûsya, Pekîn, Tokyo, Çîn, Japonya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de