02:24 17 Tebax 2017
Zindî
    fransa-ala fransa

    Fransa bo nêrîna li hember Îslamê biguhere wê hin bergiriyan bistîne

    © REUTERS/ Benoit Tessier
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Li Fransaya ku di demên dawî de bûye hedefa êrişên DAIŞê bo nêrîna li hember Îslamê bê guherîn amadehiya hin bergiriyan dike.

    Navenda nûçeyan — Wezîrê Karên Naxweyî yê Fransayê Bernard Cazeneuve li gel nûnerên Konseya Îslamê ya Fransayê (CFCM) re roja duşemê civînek lidar xist.  Cazeneuve eşkere kir ku ji sala 2012an û heta neha bi qasî 80 meleyên tundrewî dikirin û li nava gel gotarên nefrete belav dikirin hatine dersînorkirin. Herwiha ji meha mijdarê heta niha 20 mizgeft jî ji ber heman sedeman hatine girtin. Tê gotin ku wê melayên li Fransayê perwerdehiya çand û nirxên fransî bibînin.

    RADÎKALÎZÊM BÊHTIR LI SER ÎNTERNETÊ BELAV DIBE

    Serokê Îslamê ya Fransayê (CFCM) Anouar Kbibech ji Sputnîkê re diyar kir ku Hikumeta Parîsê bi bergiryên nû eşkere kir ku ‘li Fransayê cihê melayên ku banga nefrete li gel dikin' nîne.

    Kbibech da zanîn ku pirsgirêka radîkalîzmê li gel melayan bêhtir ji ser malperên înternetê belav dibe, mezin dibe. Kbibech diyar kir ku wateya Qûr'anê û gotinên Hz. Muhammed li ser malpera civakî bi awayekî şaş têne belav kirin. Kbibech behsa perwerdehiya melayan jî kir ku û got dibe ku ji meleyan daxwaza berpirsiyarên ehlaqî bê kirin.

    Serokwezîrê Fransayên Manuel Valls jî beriya demêkê di daxuyaniyeke xwe de bo karibin pêşîgirtina li radîkalîzmê pêşniyariya qedexeya desteka aborî ya ji derve ya bo mizgeftan kiribû. Herwiha Valls banga piştevaniya Îslamê ya di asta neteweyî jî kiribû.


    Bi heman mijarî:

    DAIŞ, dîmenên nû yên êrişa dêra li Fransayê weşand
    Çapemeniya Fransayê wêneyên terorîstan sansur dike
    Fransayê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (HMME) da sekinandin
    Li Fransayê di bûyera dîlgirtinê de xwîn hat rijandin
    Kalin: Kesî ti tişt ji bo Rewşa Awarte ya Fransayê negot
    Wezîrê Karê Derve yê Fransayê: Dibe ku Tirkiye veguhere rejîma dîktayê
    Etîketan:
    bergirî, konseya Îslamê ya Fransayê, CFCM, daiş, şer, radîkalîzm, mizgeft, mela, Anouar Kbibech, Bernard Cazeneuve, Manuel Valls, fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de