02:19 18 Tebax 2017
Zindî
    Serokomarê Komara Çek Milos Zeman

    Komara Çek penaberên mislimanan qebûl nake

    © AP Photo/ Darko Vojinovic
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Hat diyar kirin ku Serokwezîrê Çekyayê Mîlos Zeman gotiye divê penaberên ku ji welatên Mislimanan tê, ji bo Komara Çek neyê qebûl kirin.

    Navenda Nûçeyan — Berdevkê Serokomariya Çekyayê Jiri Ovcacek daxuyanî da rojnamegeran û got "welatê me nikare ji bin êrîşên terorî yên wekî li Almanya û Fransayê derkeve. Bi gotineke din ger ku em penaberan qebûl bikin em ê li Çekyayê bingehê ji bo êrîşên hovane amade bikin."

    Ovcacek diyar kir ku Zeman teqez li dijî fikra qebûlkirina penaberan e û soza hikumetê ya berê ku li gorî wê sozê wê ji Îtalya û Yûnanîstanê 2 hezar 691 penaberan ji Tirkiyeyê jî 80 peaberan qebûl bike û got "Serokomar wê ji hikumetê bixwaze ku soza daye ji nû ve binirxîne. Li gorî Zeman Komara Çekê divê hîn zêde penaberan qebûl neke."

    Bi heman mijarî:

    Komara Çek: Dayina mîlyonan Euro yên ji bo tirkan, îsraf e!
    Komara Çek cardin alîkariya leşkerî dişîne Kurdistanê
    Komara Çek: ‘Ji bo pêşmerge çekan dişîne'
    Serokê Komara Çek: Ewropa endamtiya Tirkiyeyê divê qebûl neke
    Etîketan:
    Serokomarê Çekyayê, Jiri Ovcacek, Milos Zeman, Tirkiye, Yûnanîstan, Îtalya, Çekya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de