23:00 20 Îlon 2017
Zindî
    Merasîmên Vekirinê / Olimpiyatên Rioyê

    Komîteya Olimpiyatan got “surprîzê xera nekin” lê kesî guh lê nekir

    © REUTERS/ Edgard Garrido
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 701

    Di vê dema ku çend roj ji olimpiyatên ku wê li bajarê Jenerioyê yê Brezîlyayê bên lidarxistin re mane, hemû negihaniya merasîma vekirina olimiyatan ji ber pabendên medyaya civakî têk çû.

    Navenda Nûçeyan - Lîstikên Rioyê yên Olimpiyatê dê 5ê Tebaxê bi merasîman dest pê bike. Brezîlyayê xwestibû merasîma destpêkê ya herî seksî çêke û di nepeniyeke bêhempa de xebatên wê pêk dianî lê stîlîstê navdar ê wî welatî de her tişt "herimand".

    Ensaio Geral — Olimpíadas #rio2016 #olimpiadas #somostodosolimpicos

    Abertura & Ensaios — RIO 2016 (@2016olimpiadas) tarafından paylaşılan bir fotoğraf (31 Tem 2016, 19:41 PDT)


    GISELE DÊ DI OLIMPIYATAN DE BIBE MEXDÛRA DIZIYÊ

    Prova cil û bergan li Satdyuma Maracanayê pêk tên û rayedarên brezîlî hişyarî dabûn ku ti kes wêneyan negirin û hûrgiliyên merasîmê neweşînin lê Dudu Bertholoni guh li wan hişyariyan nekir û di rêya Snapchatê parve kirin. Ew jî bû sedem ku raza Gisele Bundchenê jî bê zanîn.

    Li gorî nûçeya Folhê, hatibû ragihandin ku mankena brezîlî ya navdar Gisele Bundchen dê di merasîmê de tûşî êrîş û şelandinê were. Bertholonî bi parvekirinên xwe yê Snapchatê ev tişt piştrast kir.

    JI DIZIYÊ HETA FAVLEYÊ, KÊŞEYÊN BREZÎLYAYÊ LI RIOYÊ NE

    Herwiha bi saya Berthoniyî hat zanîn ku li gel rêjeya bilind a diziyê, ew ê gelek kêşeyên din ên Brezîlyayê jî werin nîşandan. Li gorî vê stranek dê ji bo kesên jiyana xwe di qezayên trafîkê de ji dest daye jî bê gotin. Herwiha ew xaniyên bi qaçaxî hatine avakirin û li Brezîlyayê wek "Favleyê" tên nasîn jî dê werin destnîşankirin.

    Ensaio Geral — Olimpíadas #rio2016 #olimpiadas #somostodosolimpicos

    Abertura & Ensaios — RIO 2016 (@2016olimpiadas) tarafından paylaşılan bir fotoğraf (31 Tem 2016, 19:41 PDT)

    KÊFA XWE LI OLIMPIYATÊ BIKIN, ME GELEK PERE MEZAXTIN

    Ji aliyekî din ve, protestoyên olimpiyatan jî her berdewam dikin. Siyasetmedarê Brezîlyayê Case Carvellhoyî bangî girseyê kir ku tûrîst jî di nav wan de ne û got, "kêfa xwe li olimpiyatê bikin, me gelek pere mezaxtin".

    Bi heman mijarî:

    266 werzîşvanên rûsî wê di Olîmpiyadên Rioyê de bilîzin
    “Dibe 286 werzişvanên rûs beşdarî olimpiyatên Rioyê bibin“
    Rûsya, ji Olîmpiyadên Rioyê hat menkirin
    Rûsya: Ihtimala 1% heye ku werzişvanên rûs beşdarî olimpiyatên Rioyê bibin
    Şarapova dê beşdarî Olimpiyatên Rioyê nebe
    Dibe halterciyên rûsî ji Olimpiyadên Rioyê werin derkirin
    Rûsya: "Ji bo atlêtên me herin Rioyê em ê heta dawî tekoşîna xwe bidomînin"
    Etîketan:
    merasîm, werziş, Olimpiyatên Rioyê, Dudu Bertholon, Gisele Bundchen, Case Carvellho, Jenerio, Brezîlya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de