09:53 24 Nîsan 2018
    Yunanistan Başbakanı Aleksis Çipras

    Çîpras: Em ê Behra Reş û Behra Egeyê bi hev ve girê bidin

    © REUTERS / Christian Hartmann
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Yûnanîstanê Aleksîs Çîpras diyar kir ku "em plan dikin ku di navebra Behra Ege û Behra Reş trêna lez a Bûrgaz-Dedeagaç çê bikin."

    Navenda Nûçeyan — Çîpras û Serokwezîrê Bûlgarîstanê Boyko Borîsov piştî Civîna Navhikumetî ya 3yem a di navbera Yûnanîstan û Bûlgarîstanê de li Sofyayê li Serokomariya Boyana civîna hevpar ya çapemeniyê lidar xist.

    Çîpras di civînê de diyar kir ku hikumetên herdu welatên ew fikrên cuda yên berê li dû xwe hiştin, bi taybetî di qadên tûrîzm û bazirganiyê divê hevkariyê bikin û got "Bûlgarîstan û Yûnanîstan dibe ku di van demên zor û zehmet de ji bo hevkariyê bibin nimûne."

    Çîpras anî ziman ku "em plan dikin di navbera Behra Ege û Behra Reş de trêna lez ya Bûrgaz-Dedeagaçê çê bikin. Em li Yûnanîstanê ji bo avakirina navendeke hevpar Projeya Xeta Lûle ya Bûrgaz-Dedeagaçê ji nû ve binirxînin."

    Bi heman mijarî:

    Çipras:'Rûsya û Yûnanîstan dikarin diyaloga siyasî ya Sûriyeyê bi peş bixin'
    Çipras û Erdogan li Stenbolê dicivin
    Civîna Demirtaş û Çipras dest pê kir
    Etîketan:
    xeta lûleyê, plan, trêna lez, Serokwezîrê Bûlgarîstanê, Serokwezîrê Yûnanîstanê, Boyko Borîsov, Aleksis Çipras, Behra Egeyê, Behra Reş, Bulgarîstan, Yûnanîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de