16:37 27 Gulan 2018
Helîkoptera rûsî li Idlibê hat xistin

'Berpirsyarên xistina helîkoptera Rûs Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qatar in'

© REUTERS / Ammar Abdullah
Cîhan
Lînkê kurt
0 11

Edîtorê kovara Polîtîcs Fîrst Dr. Marcûs Papadopoulos ketina helîkoptera hêzên hewayî ya Rûs ya li bajarê İdlibê yê Sûriyeyê nirxand û ji mirina 5 kesên di helîkopterê de welatên ku piştgiriya Artêşa el-Fetîhê dikin, berpirsyar girt.

Navenda Nûçeyan — Papadopoûlos ji bo Sputnikê daxuyand ku Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qatar piştgiriya vê komê dike û got "ez ji vê yekê hîç ne bi guman im. Di destên wan de çekên giran hene. Em di vir de behsa tank, wesayitên zirxî, tanksawar û moşekan dikin."

Papadopoulos diyar kir ku ji tiştên qewimîn, bi qasî Artêşa el-Fetîhê welatên Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qatar ên ku piştgiriya wan dikin jî berpirsyar in û got Tirkiye û Erebîstana Siûdî piştgiriya vê komê ya siyasî û aborî dikin.

Herwiha Papadopoûlos dest nîşan kir ku zehmet e ku bi xistina helîkoptera Rûs a Mî-8ê piştgiriya biyanî ya ji bo Artêşa el-Fetîhê kêm bibe û got "Ji ber ku Amerîkayî li Sûriyeyê piştgiriya gelek terorîstên Îslamîst dikin. Ne pêkan e ku Amerîka Artêşa el-Fetîhê bixe nava lîsteya rêxistinên terorîst."

Bi heman mijarî:

DAIŞê helîkoptera Sûriyeyê xist, 2 pîlotên Rûs jiyana xwe ji dest da
Pisporê Rûs: Balafira me ne Erdogan, vê çeteyê xist
Li başûrê Sûdanê balafira barkêş ku muretebatê wê rûs bûn ket: Hejmara miriyan nayê zanîn
Etîketan:
berpirsyar, xistina balafira cengî ya Rûsyayê, Ajansa Sputnikê, Eniya Fetîh El Şam, Marcûs Papadopoûlos, Erebîstana Siûdî, Qatar, Tirkiye, Sûriye, İdlîb
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de