09:21 22 Gulan 2018
    Malezya Hava Yolları'na ait MH370 sefer sayılı uçak

    'Balafira Malezyayê bi zanebûn hat daxistin'

    © REUTERS / Rob Griffith
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat îdia kirin ku balafira Riyên Hewayî ya Malezyayê ku di 8 Adara 2014a de bi 239 rêwiyên xwe bi zanebûn bêbê behrê hatiye birin, ku tê zanîn ku ew balafir gava ku ji paytexta Kûala Lûmpûr a Malezyayê berbê Pekînê diçû, wenda bûbû.

    Çîn
    © REUTERS / Edgar Su/Files
    Navenda Nûçeyan — Zanyarê lêpirsîna qezayên hewayî Larry Vance di bernameyekê de diyar kir ku perçeyên balafirê yên ku ji cihê qezayê 4 hezar kîlomitro dûr hatiye dîtin, nîşan dide ku balafir bi zanebûn li ser behrê hatiye danîn.

    Vance da zanîn ku peritîna di perçeyên balafirê de dide nîşna ku balafir bi awayekî kontrolkirî berbê behrê hatiye dayîn û got "balafir berbê behrê hatiye danîn, wekî din teoriyeke ku were şopandin tune ye."

    Ji aliyê din ji Daîreya Ewlehiyê ya Veguhestina Avûstralyayê lêpirsîker Peter Foley jî dest nîşan kir ku xisarên di flaperonan de wek delîl tê xuya ku balafir bi awayekî kontrolkirî daketiye.

    Bi heman mijarî:

    Li Çinê balafir ket xwar: 5 Mirî
    Li Dêrsimê balafir beşdarî operasyonê dibin
    Li Bangladeşê balafir ket: 3 mirî 1 birîndar!
    Balafir ket otobanê
    Etîketan:
    bi zanebûn, daketin, balafir, Daîreya Ewlehiyê ya Veguhestina Avûstralyayê, Larry Vance, Peter Foley, Pekîn, Malezya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de